KCDK-E'yê Cejna Noelê pîroz kir
KCDK-E'yê Cejna Noelê pîroz kir û diyar kir ku êrîşên qirker ên dewleta Tirk wê nikaribe aştiya navbera gel û baweriyan tune bikin.
KCDK-E'yê Cejna Noelê pîroz kir û diyar kir ku êrîşên qirker ên dewleta Tirk wê nikaribe aştiya navbera gel û baweriyan tune bikin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya Cejna Noelê peyamek pîrozbahiyê weşand. Peyama KCDK-E'yê bi vî rengî ye:
"Em Cejna Noelê ya civaka Xiristiyan pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî û aramiya navbera gelan û baweriyan.
Cografya Kurdistanê ku bi hezaran sal in malovanî ji gelên ji baweriyên cuda re kiriye, xaka herî berhemdar a jiyana bi hev re, azadî û aştiyê ye. Tevî ku hêzên serwer li vê cografyayê bi dehan caran qirkirin û komkujî kirin, gel û bawerî di nava hurmet, hezkirinê de bi rengekî aştiyane bi hev re jiyan.
Di vê roja Noelê de gelên ji baweriyên cuda yên li Rojava, bi êrîşên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk re rû bi rû ne. Zextên dewleta Tirk a qirker ku gefê li aştî û jiyana azad dixwe, wê nikaribe aştiya navbera gel û baweriyan tune bike.
Bi wesîleya vê cejna Noelê em hêviya xwe dubare dikin ku cîhaneke demokratîk a aram bê afirandin ku gelên Rojhilata Navîn û cîhanê di nava aştiyê de cejnên xwe yên etnîkî û olî pîroz bikin.
Bi felsefeya Neteweya Demokratîk re ku Rêber Apo pêşniyar kir û ji niha ve li nava gel û baweriyên cuda yên cîhanê û Rojhilata Navîn hatiye pejirandin, em hêvî dikin ku Cejna Noelê bi aştî û armî be ku jiyana hevpar a navbera baweriyan xurt bike.
Bi navê KCDK-E'yê em Cejna Noelê li civaka Xiristiyan pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî û aramiya navbera gelan û baweriyan."