KCDK-E’yê bi peyamekê sala nû pîroz kir

KCDK-E’yê bi daxuyaniyek nivîskî sala nû li gelê Kurdistanê û dostên wê pîroz kir û got: “Ji bo ku sala 2024’an bibe sala azadiya Rêbertî û Kurdistanê, divê her kes seferber bibe.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî sala nû pîroz kir û got: “Di sala 2023’an de êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser Başûr, Rojava û Bakur zêde bûn. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li dijî hemû nirxên gelê Kurd konsepta îmhayê hîn dijwartir kir. Ev konsepta îmhayê ya ku li dijî hemû nirxên neteweyî tê meşandin, bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, rê û rêbazên êrîşên nû dewam kir.

Şengal û Mexmûr ku di bin kontrol û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ne, rastî êrîşên dagirkeriyê hatin û bi dehan windahî dan. Êrîşên dagirkeriyê yên ku bi hevkariya PDK’ê dewam dikin, li Başûr û Rojava gihiştiye astên jor. Bi saya vê hevkariya xiyanetê, dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê gefa xwe zêde kir.”

KCDK-E’yê diyar kir ku di sala 2023’an de li dijî vê konsepta tasfiyeyê, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye hêviya mirovahiyê û got: “Weke KCDK-E em sala nû ya gelê Kurdistanê û dostên wê û hemû kesên ku ji bo azadiyê, wekhevî û demokrasiyê têdikoşin, pîroz dikin. Ji bo ku sala 2024’an bibe sala azadiya Rêbertî û Kurdistanê em bang li her kesê dikin ku seferber bibin û têkoşînê geş bikin.”