KCDK-E'yê bang kir: Li dijî êrîşên qirker rabin ser piyan

KCDK-E'yê diyar kir ku dewleta Tirk şer li ser Kurdistanê ferz dike, bi komkujiyan dixwaze qirkirinê pêk bîne, ji xwînê têr nabe û ji bo xwedîderketina li Rojava bang li Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên wan kir ku tavilê dakevin qadan.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku ji bo xwedîderketina li Rojava demildest bikevin nava liv û tevgerê.

Bila guh bidin banga mezinkirina hevgirtina bi Rojava re. Dewleta Tirk Terora Dewletê li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne.

Tevî ku gelê Rojava şer naxwaze, şer ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê ferzkirin. Gelê Rojava ji bo parastina xwe li hemberî vê yekê hemû hêza xwe seferber kiriye.

Em bang li we dikin ku li dijî van êrîşên qirker rabin ser piyan û dakevin qadan.

Dewleta Tirk a ku li herêma Kurdistanê şer ferz dike û bi komkujiyan dixwaze qirkirinê pêk bîne, ji xwînê têr nabe. Hemî destketiyên gelê Kurd bi dijminatiya Kurdan li hundir û derve hedef digire.

Cenazeyên leşkeran ji xwe re dikin hincet, bombeyan li qadên jiyanê û pêdiviyên sivîlên Rojava dibarîne. Ev êrîşên ku di 12’ê Çile de dijwar bûn, li dijî gelek herêmên sivîlan dewam dikin.

Em bi lezgînî bang li gelê xwe yê li hemû welatên Ewropa, Awûstralya û Kanadayê dikin ku ji bo hembêzkirina Rojava ya ku fikrên azadiya Rêber Apo lê hatine çandin, bibin xwedî helwest û dakevin qadan."