Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke hevpar weşandin û êrîşa polîsên Hollandayê ya li ser mîtînga li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) şermezar kirin.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya OPCW, di 1'ê Mijdarê de li bajarê Den Haag ê Hollandayê mîtîngek bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
Di meşê de ku wêneyên gerîlayên azadiyê yên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hatin hildan û bêdengiya OPCW, Yekîtiya Ewropa, NATO û dewletan hate teşhîrkirin, bi sedan Kurdistaniyan kincê spî li xwe kirin, bi vî rengî çekên kîmyewî şermezar kirin.
Nûnerên gelek saziyên demokratîk ên li Ewropayê, KCDK-E, TJK-E, saziyên Kurdistanî, yekîtiya hêzê, saziyên baweriyan, dost, jin, extiyar û ciwan tevlî meşa şermezarkirinê bûn.
30 ÇALAKGER BIRÎNDAR BÛN, REWŞA 2 JI WAN GIRAN E
Di kêliya dawî ya meşê de ku bala çapemeniya Hollandayê jî li ser bû, polîsên Hollandayê bi rengekî bêînsaf, bi tundî û bi hespan bi ser girseyê ve çûn û êrîş kirin. Di encama vê êrîşê de ku ne kêmî ya polîsên Erdogan bû 30 çalakger birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e, 10 jî bi rengekî cidî birîndar bûn. Heta niha 12 çalakger jî bi neheqî destgîrkirî ne.
OPCW a ku xwe kerr, kor û lal dike, li gel ewqas delîlan jî li hemberî qetilkirina gerîla ya bi çekên kîmyewî bêdeng dimîne, di meşê de hate şermezarkirin. Çalakgeran jî li hemberî helwesta OPCW, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî mafê xwe yê demokratîk bi kar anîn. Lê belê polîsên Hollandayê bi helwesteke ne kêmî ya polîsên Tirk tundî kirin. Em vê destwerdanê şermezar dikin.
EM LI BENDA LÊBORÎNÊ NE
Em vê destwerdana bi tundî ya hikumet û polîsên Hollandayê şermezar dikin û li bendê ne ku polîs ji ber êrîşê lêborînê ji gelê Kurd û meşvanan bixwazin.
Meş ji aliyê hemû saziyên çapemeniyê yên Hollandayê ve bi baldarî hate şopandin. Tundiya polîsan jî çapemenî matmayî hişt.
Bi navê KCDK-E û TJK-E'yê em bi hezaran mirovên ku tevlî çalakiyê bûn, pîroz dikin. Divê bê zanîn ku li hemberî vê neheqiyê, li hemberî êrîşên qirkirinê û bêdengiya di vê der barê de em ê têkoşîna xwe heta encam wergirtinê dewam bikin."