KCDK-E: Rojbûna Rêber Apo û ya gelê Kurd pîroz be
KCDK-E’yê rojbûna gelê Kurd pîroz kir û got 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û ya gelê Kurd e.
KCDK-E’yê rojbûna gelê Kurd pîroz kir û got 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û ya gelê Kurd e.
KCDK-E’yê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke nivîskî weşand.
Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:
“Rêber Apo yê ku mîmarê felsefeya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan e di 4’ê Nîsanê de dikeve sala 73’emîn.
Em vê rojê wekî rojbûneke tê zanîn pîroz nakin. Rêber Apo gotibû ‘min zayîna xwe ya sêyemîn pêk anî’. 4’ê Nîsanê li ser esasê berxwedan û vejîna gelê Kurd divê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo.
Rastiya Rêber Apo di heman demê de tê wateya heqîqeta nirxên mirovayetiyê. Ji ber vê rojbûna wî ji bo gelê Kurd wekî rojeke pîroz tê dîtin û wisa tê pîrozkirin.
Rêber Apo komploya navneteweyî û tecrîd, di warê dîrokî û civakî de veguherand zayîna mezin. Wî civak û jin ji nû ve şîrove kir û perspektîfeke têkoşînê da Tevgera Azadiyê. Rojbûna Rêber Apo bûye vejîna jinan û gelan a ji bo azadiyê.
Em rojbûna Rêber Apo wekî zayîna xweza û azadiyê ya xwezayê dibînin û rojbûna gelê xwe pîroz dikin.”