Di daxuyaniya Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hate gotin, "Dewleta Tirk a qirker êrîşên dagirkeriyê bi rêk û pêk li Kurdistanê dewam dike. Ev êriş hem li ser qadên sivîl hem jî li ser qadên parastinê yên gerîlayên azadiyê têne kirin."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk bi rêbazên li derveyî mirovahiyê 6 mehên dawî 2.470 carî madeyên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî û hate gotin, di êrîşên kîmyewî de herî kêm 89 gerîla hatin qetilkirin.
Di daxuyaniyê de işaret bi helwesta OPCW hate kirin ku 193 welat endamên wê ne û hate gotin, "Helwesta OPCW li ti hiqûqê û nirxên mirovahiyê nayê. Bêdengiya OPCW, NATO, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk ku bi kîmyewî komkujiyan bike."
KCDK-E'yê diyar kir ku ew vê helwesta OPCW û saziyên navneteweyî qebûl nakin û got, "Ji ber vê yekê di serî de OPCW em bang li her kesên alîgirê mirovahiyê, saziyên navneteweyî, hikumetan û raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan bi lez bikevin nava liv û tevgerê.
'DIVÊ EM BIBIN HILMA GERÎLA'
Em Kurd û hêzên dost, di rewşekê de ku ewladên gelê Kurd bi çekên kîmyewî têne qetilkirin, divê em bibin hilm û dengê gerîla.
Roj ne ew roj e ku em bi fikara jiyana rojane tevbigerin. Roj ew roj e ku li dijî yên ku nefesê li zarokên me dibirin li her derê rabin ser piyan."
BANGA JI BO MEŞA 1'Ê MIJDARÊ
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi meşa 1'ê Mijdarê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê wê bang li OPCW bikin ku wezîfeyên xwe yên mirovî, hiqûqî û gerdûnî tavilê bi cih bîne û hate gotin, "Ji bo lêkolînkirinê divê bi lez heyetekê bişînin Kurdistanê. Ev yek wê daxwaza bingehîn a meşa me be.
Bi navê KCDK-E'yê ji bo bibin nefesa gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, ji bo parastina nirx û paşeroja Kurdistanê em bang li Kurdistaniyan û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku 1'ê Mijdarê li Maliveled Den Haagê saet di 11:00 de ji Elmanya, Fransa, Belçîkayê tevlî meşê bibin."