KCDK-E: Li dijî dewleta Tirk a dagirker em xwedî li Rojava derkevin

KCDK-E got, "Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe amadekariya dagirkirina Rojava dike! Werin em bikevin nava seferberiyê, xwedî li şoreşa jinê û Rojava derkevin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civakên Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê de (KCDK-E) ev tişt hate gotin “Dewleta Tirk a qirker û dîktator Erdogan ku li hemû bajarên Kurdistanê di hilbijartinê de têk çû qebûl nekir, ji ber vê jî dixwaze navenda azadiyê yan jî Rojava dagir bike.

Artêşa Tirk a dagirker ji 7'ê Hezîrana 2023'an û vir ve êrîşên xwe zêde kiriye. Li ser hev nûçeyên êrîşên li ser Rojava tên. Haya dewletên li herêmê ji van êrîşan heye.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê û hemû tifaqên wê dixwaze Kurdan qir bike û ji bo tunekirina destkeftiyên demokratîk seferber bûne. Bi van êrîşan re dixwazin herêmên nû dagir bikin. Bi Rojava re dixwazin Başûr jî dagir bikin. Dewletên herêmê û hêzên navneteweyî hay ji van êrîşan hene û lê ji bo berjewendiyên xwe çavê xwe ji vî tiştî re girtine.  Armanca wan ev e ku paradîgmaya jiyana bi hev re ya li Rojhilata Navîn ji holê rakirin. Hemû destkeftiyên jiyana hevpar bûne hedef.

Piştî ku hate ragihandin wê çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin, ev êrîş zêde bûn. Dewleta Tirk çawa ku ji herêmên ku dagir kiriye venekişiyaye, li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî asîmîlasyon û qirkirin pêk anî. Çi tiştên aîdî gelê Kurd hebe talan dike.

Eşkere tê dîtin ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze herêmê dagir bike û li herêmê Kurd nemînin. Dixwazin mirovên ji derên din bînin vê derê û avadaniya demografîk were guherandin.

Li dijî qirkirina Kurdan a ku tê xwestin li ber çavên cîhanê were kirin, divê mirovahiya bi rûmet a cîhanê, bi taybetî gelê Kurd û her kesê ku alîgirên azadiyê ne, li ber xwe bidin û bertekên xwe nîşan bidin.

Em bang li her kesî dikin ku li dijî dagirkerî û qirkirinê seferber bibin û li gorî derfetên xwe şoreşa Rojava û axa wê biparêzin.”