KCDK-E komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), 27’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo şermezar kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), 27’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo şermezar kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê 27’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.
KCDK-E di daxuyaniya xwe de got, “Komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tevahiya gelê Kurd hedef digire, dikeve sala xwe ya 28’emîn. Hêzên navneteweyî hewl dan di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê û gelên Rojhilata Navîn bifetisînin.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Gelek hêzên navneteweyî û herêmî neçar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derkeve û komploya 9’ê Cotmehê dan destpêkirin. Ev hêz ji bo pêkanîna armancên xwe yên hevpar, hevkarî kirin. Hêzên hegemonîk ên mîna DYE’yê, Brîtanya û Îsraîlê komplo plan kirin. Dewletên girêdayî NATO û Ewropayê jî bûn hevkar û pêkanînerên vê planê.
Armanca xeta ku Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêş xist, azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji sîstema zilm û îstîsmarê ye. Bi vê xetê re dihat armanckirin ku zîhniyet û avaniyên rejîma qirkirinê, mêtingeriyê, nijadperest, paşverû û hevkar ji holê bê rakirin û gelan azad bike. Ji ber vê sedemê DYE’yê û hêzên modernîteya kapîtalîst Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe weke astengî dîtin û ew kirin hedef.
Dewleta Tirk di komploya navneteweyî de roleke girîng dilîze. Zilm û tecrîda Îmraliyê ya ku ji bo berdewamiya polîtîkayên qirkirina Kurdan tê sepandin, nîşaneyên vê rewşê ne. Berdewamiya van polîtîkayan ji aliyê AKP’ê ve ji ber peywira ku jê re hatiye dayîn e.
Komploya Navneteweyî ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve êrîşek e li ser lêgerîna azadî û gel e. Bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan re, ev komplo hate bêbandorkirin û destketiyên girîng ji bo gel hatin bidestxistin. Li aliyê din, paradîgmaya modernîteya demokratîk rêyek nû ya azadiyê ji bo gel û jinan li dijî pergala netewe-dewletperest û serdestiya mêr pêşkêş kir.
Di salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî de, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û berfirehkirina pêngava azadiyê wekî armancên herî bingehîn li pêşiya me ne.
Di 27’ê Sibatê de, Rêber Abdullah Ocalan ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bangek dîrokî kir. Bi vê bangê re xwest ku gel bi hev re di nava wekhevî û azadiyê de bijîn û bersiva herî xurt da Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê.
Di salvegera 2’yemîn a pêngava "Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd" de, ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin, em banga berfirehkirina têkoşînê li qada navneteweyî dikin. Li ser vê bingehê weke KCDK-E em banga beşdarbûna çalakiyên ku dê di 8-11’ê Cotmeha 2025’an de ji aliyê TJK-E’yê ve bi dirûşmeya "Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane azadî ji bo Rêber Apo!" li gelek bajarên Ewropayê werin lidarxistin dikin.”