KCDK-E: Em 1'ê Gulanê veguherînin qada têkoşîna gelan

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) got, "Em 1'ê Gulanê li dijî dîktator Erdogan ê ku bi rêbazên dijmirovî dixwaze li Kurdistanê qirkirinê bike û modernîteya kapîtalîst a ku şer derdixe pêş, veguherînin têkoşîna hevpar a gelan."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Ked û Piştevaniyê bang li hemû gelan kir ku bi dirûşma ‘Ji bo aştî û demokrasiyê, na ji şer re’ bi taybet li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker a li Kurdistanê pêk tîne, bibin yek.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyeke nivîskî da.

KCDK-E bi bîr xist ku 1'ê Gulanê yekîtî, hevgirtin û têkoşîna gelên kedkar, gelên bindest û jinan e ketiye rojek nû. KCDK-E destnîşan kir ku modernîteya kapîtalîst hemû dewlemendiya binerd û ser erd ku nirxên hevpar ên mirovahiyê ne, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û li ser vê bingehê zemîna şer ava dike.

EM JI ŞER RE BÊJIN NA

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li Kurdistanê, bi yekkirina hemû gelan li dora dirûşma ‘ji şer re na’ banga demokrasî aştî hat kirin. KCDK-E wiha dom kir: “Dîktator Erdogan li ser erdnîgariya Kurdistanê dixwaze bi hemû rêbazên dijmirovahî qirkirinê pêk bîne. Werin em 1'ê Gulanê bikin têkoşîna yekbûyî ya gelan.

Bi gelên Kurdistanê yên ji bo azadiyê têdikoşin, kedkarên cîhanê û Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê em ji bo aştiya 1’ê Gulanê li dijî faşîzm, mêtingerî û şerê ku ji bilî rondikan tiştekî nabîne, bimeşin.”