KCDK-E: Di cejnê de em piştevaniyê zêde bikin

KCDK-E'yê Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz kir û ji bo xwedîderketin û xurtkirina yekîtiya neteweyî bang kir.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

KCDK-E'yê cejn li alema Îslamê, gelên bindest, gelê Kurd û her kesên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz kir û got, "Li dijî barbariya dîktator Erdogan ku çekên kîmyewî jî di nav de bi her awayî êriş dike û zilmê li Kurdistanê dike, ji bo aştî, aramî û jiyaneke bêşer em vê cejnê bikin wesîleya yekîtiyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em xwedî li gelê xwe derkevin û yekîtiya neteweyî û ruhê piştevaniya hevpar xurt bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê cejnê li gelê xwe, mirovahiya mezlûm, bi hêviya azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê di serî de li gelê Kurd li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya zêdebûna parvekirin û piştevaniyê."