Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) têkildarî meşa ‘’Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ ya di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê hate lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da.
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku meşên ku sed hezar beşdar dibin, hêza gel a birêxistinkirî, biryardarî û îradeya li dora Rêber Apo kom bûye careke din nîşan didin.
Daxuyaniya KCDK-E’yê ya bi sernavê; ‘’Em spasiya sed hezarên ku bi şîara ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ meşiyane, dikin’’ bi vî rengî ye:
‘’Deh hezarên ku roja 8’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin ba hev, bi şîara ‘’Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ qad tije kirin. Gelê Kurd bi qîrkirina daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê, daxwaza xwe ya têkildarî tavilê azadkirina pêşengê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê ya bi salan e didome, Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman.
Gelê me û dostên me yên ku ji gelek navendên Ewropayê hatin ba hev, qad tije kirin û dubare pira Kolnê ya navdar hejandin. Coş û biryardarî tam bû. Deh hezarên ku bersiv dane banga Rêber Abdullah Ocalan a meha Sibatê, diyar kirin ku ew ji ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ re amade ne.
Meşa ‘’Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ ya di 8’ê Mijdarê de li Kolnê hatî liudarxistin, bû roja dîrokî ya hêza gelê me yê birêxistinkirî û îradeya gelê me ya li kolanên Ewropayê deng vedaye. Deh hezaran bi dengekî û îradeyeke zelal heman dirûşme berz kir: Bijî Serok Apo!
Ev meşa mezin, bes ne çalakîyeke girseyî bû di heman demê de beyaneke îradeyê bû û ev îrade, bû berhema xebata mezin a bi pêşengtiya hemû meclîsên me, saziyên me yên li Ewropayê û jin û ciwanan bi ruhê seferberiyê dane meşandin.
Di navbera 1 û 8’ê Mijdarê de li Avûstûralya, Kanada, Îngilîstan, Avûstûrya, Marsîlya û gelek navendên din meşên girseyî û bi coş hatin lidarxistin. Li seranserê cîhanê seferberî pêk hat. Meşa dawîn li gel deh hezaran li bajarê Koln ê Elmanyayê hate lidarxistin.
Gelê me li her derê lê dimîne bi awayekî birêxistinkirî tev geriya, civîn li darxistin, mal bi mal geriyan, seredana esnafan kirin û berê gelê me dan qadan. Em hem sekna gelê me ya bibiryar û hem jî seferberî, ked û biryardariya kombûna li dora Rêber Abdullah Ocalan silav dikin.
Ev ruh, xala xwejinûvebirêxistinkirinê, mezintirkirina serdema birêxistinbûnê û destpêkê ye.
Di van hemû meşên ku asta gerdûnî tên lidarxistin de, gelê me yê ji çar perçeyên Kurdistanê, komên baweriyê, jin û ciwan bi ruhê yekîtiya neteweyî tev geriyan û qad rengîn kirin. Hemû beşên civakî bi nûnertiyeke tam beşdar bûn.
Îro êdî erkê me, mayîndekirina van ked û danehevê ye; xwenesînordarkirina ne bi meşekê, destpêka mezinkirina pêngava me ya azadiyê ye. Ji bo azadiya Rêbertiya me û statuya gelê Kurd, em di wê qonaxê de ne ku li hemû qadan bi awayekî xurttir seferberiyê mezin bikin.
Di rojên pêş de wê li hemû deverên ku lê meclîs, sazî û kes hene zêdetir beşdarî vê têkoşînê bibin û wê bibin rojên pêşxistina têkoşînê.
Dengê ku li Kolnê bilind dibe, divê li hemû qad, bajar û kolanên Ewropayê olan bide.
Weke KCDK-E’yê em hemû sazî, xebatkarên me yên meclîsan, jin, ciwan û gelê me yê ev pêvajo bi keda xwe honandine pîroz dikin; bi heman biryardariyê banga mezinkirina têkoşînê dikin.
Em bi hev re meşiyan, em ê bi hev re ser bikevin. Heya azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê neyên dabînkirin em nasekinin!’’