KCDK-E: Bi ruhê seferberiyê em li Dusseldorfê kom bibin
KCDK-E bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê kir ku di 30’ê Nîsanê de bi ruhê seferberiyê li Dusseldorfê kom bibin û got “Roj roja parastina rûmeta me ye”
KCDK-E bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê kir ku di 30’ê Nîsanê de bi ruhê seferberiyê li Dusseldorfê kom bibin û got “Roj roja parastina rûmeta me ye”
Hevserokên KCDK-E’yê bang li meşa li Dusseldorfê ya li hemberî îxanet û dagirkeriyê kir.
KCDK-E di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Êrişa ku artêşa Tirk a dagirker bi nokeran re li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, gav bi gav hemû parçeyên Kurdistanê dike hedef. Ev êrişeke gelekî mezin e ku li ser Kurdistanê tê kirin. Armanca êrişa dagirker ev e ku îradeya gelê Kurd bişkînin û destkeftiyên gelê Kurd desteser bikin. Ev êrişên hemdem ên li ser Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê diyar dike ku êrişeke topyekun e. Tê dîtin ji bo ku ev konsept bi ser bikeve, alîkarî ji noker û hêzên navneteweyî hatiye stendin.
Diyar e ku armanca vê êrişa dagirker ne bi tenê gerîla ye, di heman demê de ev êriş li dijî îrade, meşa azadiyê û destkeftiyên gelê Kurd e.
Di 30’ê Nîsanê de wê bi şîara ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdistanê biparêze’ li Elmanyayê meşek were lidarxistin. Herî kêm 40 sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê organîzetorên vê meşê ne. Bi vê meş û mîtîngê wê polîtîkayên dagirkeran were pûçkirin. Peywireke dîrokî û neteweyî ye ku hemû sazî û partiyên Kurdistanê bi ruhê hevpar vê berxwedanê geş bikin.
Ji bo dijberiya êrişên dagirker ên dewletaa Tirk, ji bo parastina dahatûya gelê Kurd û ji bo xwedîlêderketina berxwedana gerîla em bang li hemû gelê xwe, rewşenbîr, partî, saziyên xwe dikin ku di 30’ê Nîsanê de tevlî meşa li Dusseldorfê bibin. Roj roja parastina rûmet, ax û destkeftiyên me ye.”