KCDK-E bang li Finlandiyê kir: Dawî li krîmînalîzekirina civaka Kurd bînin

KCDK-E, diyar kir ku Finlandiya civaka Kurd hedef digire û operasyona binçavkirinê şermezar kir. KCDK-E, got divê desthilatdariya Finlandiya li gorî serweriya hiqûqê tevbigere.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), têkildarê operasyonên polîsan ên vê dawiyê li Finlandiyayê li dijî civaka Kurd hat kirin daxuyaniyek nivîskî weşand. KCDK-E, li dijî van pêkanînan nerazîbûn nîşan da û da xuyakirin ku binçavkirin li ser îdiayên bê bingeh hatine kirin.

KCDK-E, di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku operasyonên ku ji aliyê polîsên Fînlandiyayê ve hatine kirin ne tenê kesên hatine binçavkirin, di heman demê de tevahiya civaka Kurd û rêxistinên demokratîk ên li welêt jî hedef girtine. KCDK-E, da zanîn ku pêkanînên bi vî rengî mafên civaka Kurd ên wekî “xebatên rewa, qanûnî û aştiyane" krîmînalîze dikin.

KCDK-E, her wiha destnîşan kir ku Kurdên li Ewropayê dijîn di çarçoveya nirxên demokratîk, mafên mirovan û azadiya ramanê de xebat dimeşînin û ji bo rayedarên Fînlandiyayê got "nayê qebûlkirin" ku çalakiyên çandî, civakî û siyasî ji ber sedemên ewlehiyê bigirin bin zextan.

Di daxuyaniyê de ev bang li dewleta Finlandiya hat kirin:

- Divê li gorî pîvanên serweriya hiqûqê û mafên mirovan tevbigere,

- Divê pêvajoya binçavkirin û lêpirsînên kesên bêsûc werin bidawîkirin,

- Divê rêxistinbûyînên demokratîk ên civaka Kurd nas bike û rêyên diyalogê bên vekirin.

KCDK-E, anî ziman ku civaka Kurd mîna beşek ji civaka Ewropayê ye û got her mudaxeleyek li dijî çalakiyên demokratîk, dê nirxên demokratîk ên hevpar qels bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku rêxistin wê di çarçoveya pîvanên edalet, azadî û wekheviyê de xebatên xwe dewam bike.