KCDK-E’yê diyar kir ku 1’ê Îlonê ne tenê xeyala cîhaneke bê şer e, di hemna demê de îradeya jiyana bi hev re ya gelan a li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê temsîl dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ne tenê bêdengiya çekan e, her wiha nexeşerêya îradeya avakirina jiyaneke azad û wekhev a gelan e. Manîfesto weke kevirê bingehîn ê têkoşîna gelê Kurd bangeke aştiyê ya ji bo tevahiya mirovahiyê ye.”
‘MEJIYÊ MÊTINGER ASTENGIYA HERÎ MEZIN E’
KCDK-E’yê diyar kir ku di tevahiya dîrokê de gelê Kurd li zilm, asîmîlasyon û tinehesibandinê rast hat, li hemberî vê yekê li ber xwe da, her tim baweriya xwe bi ihtimala aştiyê anî û ev gotina Rêber Apo bi bîr xist, “Aştî bêyî înkarkirina hebûna gelekî; bi avakirina cîhaneke ji jiyaneke azad a bi nasname, çand û zimanê xwe ye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mejiyê mêtinger ê ku îradeya gelan tine dihesibîne di vê serdemê de li pêşiya aştiya cîhanê astengiya herî mezin e û hate destnîşankirin ku şer û bêedaletî berhemeke vê ferasetê ye.
‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ÇARESERIYEKE GERDÛNÎ PÊŞKÊŞ DIKE’
KCDK-E’yê got, perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan, pergaleke wekhev û jiyaneke demokratîk ji xwe re dike esas û ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên cîhanê projeyeke aştiyê ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo mifteya çareseriya demokratîk û aştiyê ye û hate gotin, “Aştiya li Rojhilata Navîn û cîhanê bi îradeya jiyana hevpar a li ser bingeha azadî û wekheviyê ya gelan wê pêk were.”
‘AŞTÎ NE BI HÊVIYÊ LÊ BI TÊKOŞÎNÊ BI DEST DIKEVE’
KCDK-E’yê ragihand ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ne tenê rojeke pîrozkirinê ye, di heman demê de li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê ji bo yekbûna gelan roja têkoşînê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di rojeke bi vî rengî ya bi wate de em bang li gelan û bindestan dikin ku mil bidin hev; ji bo aştî û edaletê dengê xwe bilind bikin. Weke gelê Kurd em ê bi rêberiya Rêber Apo ala aştî û azadiyê her tim hilgirin. Divê neyê jibîrkirin; aştî ne bi hêviyê lê bi têkoşînê bi dest dikeve.”