KCDK-E: 6’ê Çileyê em bi deh hezaran kesan re li Parîsê qadan tejî bikin!

KCDK-E ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê, bang li her kesî kir ku 6’ê Çileyê bi ruhê seferberiyê li Parîsê qadan tejî bikin.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê û xwedî derketina li şehîdan, em li çar aliyên Ewropayê seferber bibin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “9’ê Çileya 2013’an 3 şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT’ê ve bi nemerdane hatin qetilkirin. Tam 11 sal li ser vê komkujiya nemerd re derbas bûn.

23’ê Kanûna 2022’yan di komkujiya 2’yemîn a Parîsê de Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kızil şehîd bûn, ev komkujî nehat ronîkirin û hesabê wê nehat dayîn.”

KCDK-E’yê bang kir ku ev her komkujî divê demildest bên ronîkirin û destnîşan kir ku sûcdar di dadgehên navneteweyî de bên darizandin.

KCDK-E’yê ragihand ku îsal wê bi pêşengiya TJK-E’yê 6’ê Çileyê li Parîsê ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê û xwedî derketina li şehîdan, meşeke navendî were lidarxistin û bang li her kesî kir ku ji çar qadên Ewropayê tevlî meşê bibin û bi deh hezaran kes qadan tejî bikin.