Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewropayê (KCÊ-E), bi wesîleya salvegera 41’emîn a Pêngava Vejînê 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCÊ-E'yê Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, hêzên parastina gel, li civaka Êzidî, li hemû gelê Kurd û Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz kir.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Di heman demê de, em di kesayetiya Mam Zekî Ṣengalî de, hemû cangoriyên demokrasiyê û azadiyê û qurbaniyên fermana 74’emîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha , em komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an a li herêma Ṣengalê,li bajarokê Til Hizêr û Komelgeha Siba Shêx Xidir, ji aliyê hêzên tarî ve pêk hatî, bi tundî ṣermezar dikin û hemû cangoriyê vê komkujiyê bibîr tînin. Her wiha em cangoriyên komkujiya ku di 15’ê Tebaxa 2014’an de li gundê Koço pêk hatî, bi bîr tînin.
15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurdistanê û bi taybetî ji bo civaka Êzidiyan rojeke dîrokî ye. Ji ber ku civaka Êzidiya civakeke ku di komkujiya de derbas bûye û hewcebûna wê ji her civakê bêtir bi azadiyê heye. Di diroka hemû gelan de rojên watedar hene. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê jî 15’ê Tebaxê rojeke bêhempa ye.
15’ê Tebaxê di qonaxeke ku li Kurdistanê tarîbûn û bêhêvibûn di asta herî bilind de bû, 41 sal beriya niha guleya yekemîn li diji koletî, zilm û zora dewleta Tirk a dagirker hate teqandin û gelê Kurdistanê ji xewa mirinê şiyar bû.
Di encama têkoşîna 41 salan de zincîrên koletiyê hatin qetandin, gelê me bûye xwedi vîn, hêvî û hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelên bindest yê li Rojhilata Navin û yê mirovahiyê.
Her wiha, di meha Tebaxê de gelek bedelên giranbûha hatine dayîn û komkujî pêk hatine. Pêşengê civaka me, hevalê Mam Zekî Şengalî û gelek hevalên din, bi êrîşên hovane hatine şehidkirin. Ji bo vê yekê, em weke gelê Kurdistanê û civaka Êzidiya neçarin ku pîrozbahî û bîranînê xwe di heman demê de pêk bînin.
Di encama têkoşîna 41 salan de, tevî siyaseta qirkirinê û koçberiyê jî, bersiva civaka me ji bo pergala jiyaneke nû û bi rûmet, li ser bingeha paradîgma Reber Apo ya Civaka Demokratik tê afirandin. Civaka Êzidiya li gorî pêwistiya di warê siyasî, leşkerî, aborî, civakî,rêveberiyê xwecihî û hwd, xwe bi rêxistin dike û bi bîryardarî ji bo parastina nirxên olî û çandî li hemberî hemû astengiya li ber xwe dide. Her wiha ji bo xweseriya Şengalê û civakeke azad di her warî de têkosîna xwe berdewam dike.
Em jî weke civaka Êzdiya û hemû pêkhateyên civaka Êzdiya li Ewropa, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgiriyê didin destketiyê gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê û li Ṣengalê. Bi van bîr û baweriyên xurt em cardin vê roja dîrokî û ya vejînê, li hemû gelên bindest û aṣtîxwaz pîroz dikin û serketinê ji gelê me re dixwazin.
Her wiha, em bang li gelên Kurdistanê û bi taybetî li civaka Êzidiya dikin, bi girseyî tevlî bîranîna cangoriyê Êzidixanê û Kurdistanê ku di kesayetiya Mam Zekî Şengalî û hemû cangorî de têne bi bîranîn, li bajarê Elmanya - Bielefeld tê li darxistin bibin.”