Katalan û polîsên Spanî bi hev ketin

Li Katalonyayê ji ber maça navbera Barcelona û Real Madrîdê Katalan û polîsên Spanî bi hev ketin. Bi hezaran ciwanan dirûşma "Spanya li dora maseyê rûnê û biaxive" qîriyan.

Li Barcelonayê di dema maça lîgê de alîgirên Katalan û polîs bi hev ketin û di encamê de bi dehan kes birîndar bûn. Alîgirên Katalan li qadeke derveyî qada futbolê al û pankartên alîgiriya serxwebûnê hildan û ji ber ku gelek wesayitên polîsan hatin herêmê bûyer qewimîn.

Ciwanên Katalan dirûşma "Llîbertat" (Azadî) qîriyan û bi goga plajê ya plastîk bersiv dan êrişa polîsan.

Tevgera ku ji xwe re "Tsûnamî ya Demokratîk" dibêje, li dora stada Camp Noû xwepêşandan pêk anî û bi hezaran kes tevlî bûn. Katalan dirûşma "Spanya li dora maseyê rûnê û biaxive" qîriyan.