BI DÎMEN

Karsazên Êzidî li Oberhausenê li hev civiyan

Karsazên Êzidî yên ku li bajarê Oberhausen ê li Elmanyayê li hev civiyan, bi armanca xurtkirina piştevaniya aborî û sazûmaniyê biryara mezinkirina xebatên rêxistinbûnê girtin.

Karsazên Êzidî bi armanca xurtkirina yekîtiya aborî û civakî, lez didin xebatên xwe yên rêxistinbûnê. Însîyatîfa Karsazên Êzidî di vê çarçoveyê de civaka xwe ya mezin a duyemîn, li bajarê Oberhausen ê Elmanyayê pêk anî.

Însîyatîfê civîna xwe ya yekemîn di 18’ê Nîsana 2026’an de li bajarê Celle pêk anîbû û Saksonyaya Jêrîn (Niedersachen) wek rêveberiya eyaletê hat hilbijartin û konsepta xwe ya sazûmaniyê ragihandibû.  Însiyatîfa ku armanc dike tora xwe ya rêxistinbûnê mezin bike, di 17’ê Gulana 2026’an de bi tevlîbûna gelek esnaf û karsazên Êzidî li Oberhausenê li hev civiyan.

ARMANC MEZINKIRINA TIFAQA Û SAZÛMANIYA ÊZIDÎ YE

Di civîna ku ji aliyê Yilmaz Mutlu, Safet Dîşlî û Nejdal Dîşlî ve hate rêvebirin de, felsefeya bingehîn a damezrandinê ya însîyatîfê û konsepta wan a stratejîk ya ji bo dema pêşiya me hat parvekirin. Di axaftinên li civînê de hate destnîşankirin ku di parastina hebûn û nasnameya civaka Êzidî de, piştevaniya aborî û sazûmaniya xweser xwedî girîngiyeke mezin e. Hate diyarkirin ku însîyatîf bi armanca avakirina tifaqek xurt û zemîna hevpar a di navbera karsazên Êzidî de hatiye avakirin.

Di civîna ku nîqaş û pêşkêşî hatin kirin de, biryar hat girtin ku modela li Celleyê li Oberhausen û li bajarên derdora wê de were pêkanîn. Di vê çarçoveyê de ji bo hilbijartina rêveberiyeke ku xebatên li herêmê koordîne bike û karsazan di bin banekî hevpar de kom bike, gavên şênber hatin avêtin.

Di civîna ku karsazên Êzidî eleqeyek mezin nîşan dan de, biryar hat girtin ku di pêvajoya pêş de tora rêxistinbûnê di eyalet û bajarên din de jî were belavkirin.

Civîn piştî nîqaş û biryaran bi dawî bû.