Karavana Gelan gihîşt Belgradê
Karavana Gelan (People's Caravan) ku ji welatên cuda yên cîhanê bi rê ket û berê xwe da Rojava, gihîşt Belgradê.
Karavana Gelan (People's Caravan) ku ji welatên cuda yên cîhanê bi rê ket û berê xwe da Rojava, gihîşt Belgradê.
Karavana Parastina Mirovahiyê (Caravan ind Defence of Humanity) bi beşdariya zêdeyî 100 kesî ji deh welatan, ji Ewropayê diçe Rojava.
Karavan doh êvarê gihîşt bajarê Belgrad ê Sirbistanê û wê 28'ê Çileyê jî derbasî Tirkiyeyê bibe.
Berdevka karavanayê gesa Jonasson daxuyaniyek da û got, "Em kêfxweş in ku gihîştine Belgradê û armanca me gihîştina Kobanê ye. Belgrad rawestegehek girîng e, ji ber ku ev bajar nîşaneya reva bi hezaran mirovî ya ber bi Ewropayê ve ye."
Ji beşdarên Karavana Gelan Zozan Kisa jî diyar kir ku dengê çalakgerên protestoyî yên li Ewropayê bi kampanya piştevaniyê û karavana wan ji aliyê Kobanê û mirovên li herêmê ve tê bihîstin.