BI DÎMEN

Karasu: Li hember polîtîkaya jenosîdê hêrsnebûn, bêkokbûn e

Mustafa Karasu yê ku ji bo bîranîna li Mannheimê ya ji bo birayên Goksungur peyamek şand, diyar kir ku li rojavayê Firatê tinekirina Kurdewariyê û tirkkirin tê armanckirin û got ku divê gel mîna şehîdan li hemberî polîtîkayên qirkirinê bisekine.

Bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya bajarê Mannheim ê Elmanyayê, bernameyeke bîranînê ji bo Şehîdên Meha Gulanê hat lidarxistin. Di bernameya ku beşdariyeke mezin lê hebû û salon bi tevahî tije bibû de, di şexsê Hasan Goksungur (Veli Azad), Nasir Goksungur (Firaz) û Bektaş Goksungur (Yado) de Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. Endamê Konseyê Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasu jî ji bo birayên Goksungur peyameke bi dîmen şand.

Bername bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê malbata Goksungur, Fatoş Goksungur û endamên malbatê tevî nûnerên KOMAW’ê axaftin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, di hafizeya hevpar a gel de xwedî cihekî girîng in û hat diyarkirin ku zindîhiştina bîranînên şehîdan û xwedîderketina li mîrasê têkoşîna wan berpirsyariyeke hevpar e.

Di nirxandina KOMAW’ê de jî hat diyarkirin ku di şexsê sê birayên ji malbata Goksungur de hemû şehîdên meha Gulanê û yên di jiyana têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi minet û rêzdarî tên bîranîn û hat tefandin ku mîrasê têkoşîna ku wan hiştiye wê bibe bingeha jiyanê.

Di çalakiyê de peyama bi dîmen a Karasu hat nîşandan. Tevahiya peyama Karasu ya ku di şexsê şehîdên Başûrê Rojava de hemû şehîdan bi bîr tîne wiha ye:

PEYAMA MUSTAFA KARASU

“Di şexsê heval Haki de hemû şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Meha Gulanê meha şehîdan e, 18ê Gulanê jî roja şehîdan bû. Di vê mehê de hevalên me yên pir hêja û şoreşgerên pir bi qîmet şehîd ketine. Ji ber vê yekê di meha Gulanê de bîranîn hîn kûrtir û hîn bêtir bi tevahî ne. Di vê meha Gulanê de wekî din em hevalên Nasir, Bektaş û Hasan Goksungur jî bi bîr tînin. Ev jî şehîdên me yên kevn in, şehîdên me yên hêja ne. Li Başûrê Rojava jî şehîdên me yên pir hêja di vê mehê de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jî Hevalê Kasım e. Hevalê Kasim jî di vê mehê de şehîd ket.

QADA KU QIRKIRIN HERÎ ZÊDE LÊ TÊ MEŞANDIN BAŞÛRÊ ROJAVA YE

Taybetmendî û wateya şehîdên Başûrê Rojava wiha ye: Kurdistan di bin qirkirinê de ye lê qada ku ev qirkirin herî zêde û daxwazî lê tê meşandin, qada Başûrê Rojava ye. Ango Meraş, Semsûr, Sêwas, Meletî û Dêrsim jî di nav de, ev der bi rastî jî di bin gefa qirkirineke tam de ne. Jixwe bi Plana Islahata Şarkê re, ewilî xwestine Kurdewariya li rojavayê Firatê ji holê rakin, tine bikin û tirk bikin. Di vê mijarê de her rê û rêbaz hatiye ceribandin. Ji vê aliyê ve gava mirov li rewşa niha ya li Başûrê Rojava nêrî, em dibînin ku plana qirkirinê ya bi Plana Islahata Şarkê re encamên diyar girtiye. Bandorên wê hene lê li hemberî vê hêrsek jî heye.

Li Başûrê Rojava, ango li vê qada ku qirkirina çandî bi giranî tê meşandin, di nav mirovên me yên ku bi vê qirkirinê hesiyane û pê zanibin de hêrs mezin dibe. Ev hêrs mîlîtantiyeke mezin û berxwedaneke mezin derdixe holê. Taybetmendiyeke şehîdên me yên Başûrê Rojava wiha ye. Mirovên me yên Başûrê Rojava, ciwanên Başûrê Rojava hegerek pê bihesin û fêm bikin, gel û ciwanên herî zêde hêrsê li hember qirkirinê re nîşan didin in. Şehîdên me ev yek pir kûr hîs kirine, ji ber ku li vir hat xwestin ku Kurdewarî ji holê bê rakirin. Hat xwestin ku Kurd ji axa xwe bên koçberkirin. Li vir hema bêje di bin navê Kurdewariyê de tu tişt nehat xwestin ku bê hiştin.

Ne tenê qirkirina çandî, her wiha bi guhertina demografiyê re hemû gelê me yê li Başûrê Rojava bi polîtîkayeke dewletê ber bi metropolan û Ewropayê ve hatine sirgûnkirin. Ber bi van deran ve koç kirine. Divê gelê me bizanibe ku ev koçberî tenê ji ber sedemên aborî nehatine kirin. Belgeya herî girîng a vê yekê ew e ku gundên Kurdan ên li Başûrê Rojava vala dibin, lê gundên ku ne Kurd in li cihê xwe dimînin û vala nabin. Ji bo vê yekê, em pir baş dizanin ku li ser Başûrê Rojava polîtîkayeke çawa ya qirkirinê tê meşandin. Em kûrahiya vê yekê heta şaneyên xwe hîs dikin.

DIVÊ HÊRSA ME MEZIN BIBE

Di zarokatiya me de li gundan jin û kal û pîran bi tirkî nedizanîn. Hemûyan bi kurdî diaxivîn. Hebûna çandî pir xurt bû. Nasnameya Kurdî pir xurt bû, lê di bin vê qirkirina çandî de zimanê me, çanda me, nasnameya me hat xwestin ku bên tinekirin. Ma ji vê zulmê mezintir dikare hebe? Belê, li her devera Kurdistanê zulm heye, zext heye, tinekirin heye. Polîtîkaya tinekirinê li ser Kurdên rojavayê Firatê hatiye sepandin. Ji ber vê yekê divê gelê me yê li rojavayê Firatê vê polîtîkayê bi kûrayî hîs bike, fêm bike û dîroka xwe bizanibe. Mîna şehîdên me divê li hemberî vê mêtingeriyê û vê polîtîkaya qirkirinê hêrs bibe. Divê hêrsa me mezin bibe. Hêrsnebûn bi van tiştên ku hatine kirin re, bêkokbûn e.

DIVÊ EW AX ZINDÎ BIBE

Şehîdên me yên Başûrê Rojava Kasim Engin, birayên Nasir, Bektaş û Hasan Goksungur, Engin Sincer, hevalên Berfîn û bi sedan, heta bi hezaran hevalên me, li hemberî qirkirina li rojavayê Firatê hêrseke mezin girtine û di nav berxwedaneke mezin de bûne. Ji ber vê yekê em wan bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Tiştên ku wan hîs kirine, em jî hîs dikin. Hezkirina wan a welat, rêzgirtina wan a ji bo bav û kal û dayikên wan, rêzgirtina wan a ji bo ziman û çanda wan û hesreta wan, em jî bi kûrayî hîs dikin. Ji ber vê yekê em têkoşîna xwe ya li hemberî mêtingeriya qirkirinê didomînin û divê em bidomînin.

Ew axa ku raboriya me, dayik, bav û kalên me lê jiyane, divê ji nû ve zindî bibe. Şehîdên me ji bo ku ew ax bibe qadên ku çand û nasnameya Kurdî ji nû ve lê zindî bibe şehîd ketin. Ji bo azadkirina Kurdistanê têkoşiyan û şehîd ketin. Hesreta wan a herî mezin jî ew bû ku ew axa ku dayik, bavên wan û ew bixwe lê ji dayik bûne azad bikin û hesreta xwe ya gihîştina çand, ziman û nirxên xwe bi cih bînin.

BER BI TÊKOŞÎNÊ VE BEZİYAN

Gelê me koçî Ewropayê kir, lê ciwanên me bi bandora Tevgera Azadiyê polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê û li Başûrê Rojava fêm kirin û nas kirin, hîn bûn ku li ser wan polîtîkayeke çawa ya qirkirinê û şerekî taybet tê meşandin û ber bi welatê xwe ve beziyan. Ber bi têkoşîna azadiyê ve beziyan. Ji ber vê yekê belê ji axa xwe hatine qutkirin, lê gava ku bi nasname û dîroka xwe hesiyan, bi rastî jî bi hezaran ji wan ji Ewropayê ber bi çiyayên Kurdistanê ve beziyan û şehîd ketin.

EM Ê HESRETÊN WAN TEQEZ BI CIH BÎNIN

Ev pêvajoya ku em vê bîranînê tê de dikin, di heman demê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêber Apo vê pêvajoyê bi armanca dilsoziya bi şehîdan re û bi cihanîna hesretên şehîdan dimeşîne. Ev pêvajo gihandina nirxên ku şehîdên me afirandine û têkoşîna gelê me ya bi rêya siyaseta demokratîk û têkoşîna siyasî ya demokratîk e. Divê gelê me vê pêvajoyê wiha fêm bike. Ev pêvajo pêvajoya pêkanîna hesretên şehîdên me ye. Li ser vê bingehê, dema em vê bîranînê dikin, em bang li hemû gelê xwe dikin ku li vê pêvajoyê xwedî derkeve. Em bang dikin ku bi çalakî û têkoşîna xwe piştgirî bidin vê pêvajoyê. Em van şehîdên me yên ku dixwazin Kurdewariyê li Başûrê Rojava ji nû ve rakin ser piyan, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em ê bîranînên wan teqez bigihînin encamê. Em ê hesretên wan bi cih bînin.

DIVÊ EM LI NIRXÊN KU WAN AFIRANDINE XWEDÎ DERKEVIN

Wan rêya rast nîşanî me dan. Wan nîşanî me dan ku em kî ne. Nîşanî me dan ku divê em çi bikin. Nîşanî hemû gelê me dan. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd û bi taybetî jî gelê me yê Başûrê Rojava van şehîdan fêm bike û li nirxên ku wan afirandine xwedî derkeve. Divê li wan xwedî derkevin. Bi xwedîderketina li wan jiyana me dikare wateyê qezenc bike. Em dikarin bibin xwedîexlak û xwedîvîcdan. Ji vê aliyê ve xwedîderketina li van şehîdan pir û pir girîng e. Bi bîranîna şehîdên me pir girîng e. Em ji hemû gelê xwe re di têkoşîna ku piştî vê yekê li ser şopa şehîdan û li dora nirxên şehîdan mezin bike de serkeftinê dixwazin.”