Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs anî ziman ku merasîma şewitandina çekan a sembolîk a li Silêmaniyeyê, rola diyarker a Rêber Apo di pêvajoya çareseriyê de, girîngiya yekîtiya Kurdan ji ANF’ê re nirxand.
Karamûs bal kişand ser têkoşîna sed salî ya Kurdan a li hemberî bêstatu û asîmîlasyonê û anî ziman ku ev pêvajoya dîrokî derbasî qonaxeke nû bûye.
Karamûs ragihand ku li Bakurê Kurdistanê çareseriyeke adîl û mayinde tenê bi esaswergirtina banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo dikare pêk were û got, li çar parçeyên Kurdistanê di çarçoveya yekîtiya neteweyî û nêzîkatiyeke hevgirtî û rasteqîn de divê xwedî li vê bangê bê derketin.
Karamû destnîşan kir ku muxatabiya Rêber Apo di serî de aktorên navneteweyî û Tirkiyeyê ji aliyê hêzên herêmî ve hatiye qebûlkirin û got, “Ev rewş xwe dispêre realîteyeke polîtîk, sosyolojîk û dîrokî. Lewma yekane muxatabê pêvajoyeke danûstandinan a bi wate û aştiyeke mayinde Birêz Ocalan e.”
PEYAMA ŞEWITANDINA ÇEKAN JI BO AŞTIYÊ YE
Ahmet Karamûs diar kir ku banga Rêber Apo ya ji bo komkirina kongreyê û bidawîkirinan têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê ji bo siyaseta Kurd serdemeke stratejîk e û pêvajoya ji niha û pê ve wê bi vê têkoşînê diyar bibe.
Hevserokê KNK’ê bal kişand ser merasîma şewitandina çekan a sembolîk a li Şikefta Casenê ya Silêmaniyeyê û diyar kir ku ev gav peyameke eşkere ya ji bo cîhanê ye ku nîşan dide, aliyê Kurd di nava her şert û mercî de ji aştiyê, siyaseta demokratîk re amade ye û çekan ji navberê derdixînin.
Karamûs diyar kir ku ev pêngav teslîmiyet nîne, lê belê biryareke stratejîk e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi îradeya xwe wergirtiye û got, “Ev yek nîşaneya daxwaza xurt a gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û aştiyê ye. Bi ti awayî teslîmiyet nîne. Aliyê Kurd vê peyamê dide: Em çekê dixin binê axê, em çekan ji navberê radikin. Ji bo aştî û demokrasiyê em çekan ji navberê radikin. Bi vê armancê me çekên xwe şewitandin.”
GIRÎNGIYA COGRAFÎ YA KURDISTANÊ, RÎSK Û DÎNAMÎKÊN HERÊMÎ
Karamûs işaret bi girîngiya jeopolîtîk a cografya Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn kir û destnîşan kir ku ev rewşa stratejîk ji bo Kurdan hem firsendeke dîrokî ye hem jî gefên cidî ye. Karamûs got, “Xaka Kurdan a bi çar parçeyan hatiye parçekirin di navenda çavkaniyên enerjiyê, rêyên avê û rêgehên bazirganiyê de ye. Dilê Mezopotamyayê rêgaha derbasbûnê ya çavkaniyên gaz û petrolê ye. Ev cografya dibe sedem ku Kurd her tim bala hêzên herêmî û navneteweyî bikişînin. Lê belê ev eleqe gele caran ji hurmeta li mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd wêdetir, vediguhere lêgerîna manîpulasyonê ya ji bo berjewendiyên xwe.
Êrîşên dawî yên li ser herêmên gaz û petrolê yên li Başûrê Kurdistanê yek ji mînakên herî şênber ên vê rewşê ne. Hikumeta federal a Iraqê û bi taybetî jî Îran xwe li hebûna siyasî û statuya Kurdan a li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê ranagirin. Ev êrîş peyama vekirî ya wan hêzan e ku bandora Kurdan a herêmî û asta têkiliyên wan ên navneteweyî qebûl nakin.
Têkiliya ku Kurdan bi DYE, Îsraîl û Rûsyayê re daniye, di wê astê de ye ku hevsengiya hêzên kevneşop ên li herêmê ser û bin bike. Ev rewş ji aliyê hin dewletên herêmê ve ne tenê weke rola xurt a gelê Kurd her wiha weke bûyereke ku gefê li pozîsyona wan a navneteweyî û stratejiya ewlekariyê dixwe, tê nirxandin.”
Karamûs têkildarî Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn modeleke demokratîk e. Karamûs işaret bi rîska êrîşê ya li ser modela Rojava kir û got, “Beşeke mezin a hêzên ku îro li Sûriyeyê desthilatdar in, mixabin bi rengekî eşkere û ne eşkere li ser xeta dijberiya li Kurdan e. Hêzên radîka û cîhadîst piştî hilweşîna rejîma Esad bi rengekî legal hatin nîşandan û ew li ser desthilatdariyê hatin danîn. Dixwaazin destketiyên Kurdan ên li Rojava bi temamî tasfiye bikin.
Êrîşên li ser herêmên Durziyan provayeke vê plana êrîşê ya mezin e. Elewî, Durzî û komên din ên etnîkî-olî bi komkujiyan û êrîşan di bin zextê de hatine hiştin. Ji bo zemîn û firsenda êrîşa li hemberî Kurdan li benda avabûna şert û mercan e.
Ev rêveçûn ne tenê li hemberî Kurdan her wiha li hemberî hemû gel û komên baweriyan ên li Sûriyeyê tabloyeke tarî ye. Lê belê tiştek heye ku divê neyê jibîrkirin: Kurd xwedî wê ast û hêzê ne ku dikarin destketiyên xwe biparêzin. Kukrd xwedî wê hêzê ne ku li her devera cîhanê li dora destketiyên Rojava kom bibin.”
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs li hemberî gef û êrişên li ser Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê got, “Rêya xwegihandina çareseriyeke bi wate û mayinde ya gelê Kurd stratejiya hevpar û yekîtiya neteweyî ye. Mafên çandî, civakî û siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê bi saya vê yekê dikarin bêne biderxistin.”