Kallas: Ji bo çareseriya bi Îranê re 30 rojên me hene

Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas anî ziman ku ji bo çareserî di mijara bernameya nukleerê ya Îranê de bê peydakirin tenê 30 rojên welatên Rojavayî hene.

Wezîra Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas roja Înê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke dîplomatîk a krîza nukleerê ya Îranê 30 rojên welatên Rojavayî hene.

Kallas li Kopenhagenê beriya civîna Yekîtiya Ewropayê axivî û got, "Em derbasî qonaxeke nû ay ji 30 rojan dibin. Divê em vê demê ji bo peydakirina çareseriyên dîplomatîk bi kar bînin."

Fransa, Elmanya û Îngilistanê (E3) rojan Pêncşemê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandin û diyar kirin ku Îranê sozên di çarçoveya peymana nukleerî ya 2015'an (JCPOA) 'bi rengekî cidî binpê kiriye' û ragihandin ku wan bi rengekî fermî bernameya 'snapback' xistine dewrê. Li gorî vê mekanîzmayê, di nava 30 rojî de pêkanînên navneteweyî yên berê jinûve dikevin meriyetê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bersivê bidin bicihanîna mekanîzmaya snapback û nerazîbûn nîşan da.

Wezaretê got, "Ev biryara sê welatên Ewropayê wê bi rengekî cidî pêvajoya têkilî û hevkariyê ya navbera Îranê û Ajansa ku benameya nukleerî kontrol dike, bixe nava xeteriyê."

Welatên Ewropayê bi fikar in ku Îran dixwaze bi rengekî veşartî çeka nukleerî hilberîne. Tehran jî îdîayan red dike û diyar dike ku bernameya nukleerê bi temamî ji bo armancên sivîl e.