KNK: Dewleta Tirk Kurdan qetil dike, cihan bêdeng e!
Konseya Rêvebir a KNK’ê bang li saziyên navdewletî û gelên cihanê kir ku bi awayekî tund li hemberî êrîşên dewleta Tirk rawestin û dawî li vê bêdengiyê bînin.
Konseya Rêvebir a KNK’ê bang li saziyên navdewletî û gelên cihanê kir ku bi awayekî tund li hemberî êrîşên dewleta Tirk rawestin û dawî li vê bêdengiyê bînin.
Konseya Rêveber a Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand. KNK’ê bêdengiya saziyên navdewletî şermezar kir û banga xwedîderketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan, li Rojava êrîşê nexweşxanan, dibistanan, mizgeftan, kargehên xizmetê, depoyên genim, îstasyonên petrolê, santralên elektrîkê û binesaziyên xizmetê dike. Sivîlan û gelê herêmê hedef digire.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst e bêne rawestandin û şermezarkirin. Di van rojên ku hemû cihan bi pîrozkirina Cejna Noelê mijûl in, dewleta Tirk careke din bi balafirên şer, dronan, top û balafirên bêmirov,i o şerekî topyekûn êrîşî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DANE
Armanc û hedefên êrîşên dewleta dagirker ji Kobanê heta Tirbespiyê, tevahiya Rojavayê Kurdistanê ye. Hemû binesaziyên xizmetguzarî, aborî, sotemenî û civaka sivîl dikin hedef. Di êrîşan de hejmarek mezin sivîlan canê xwe ji dest dane û hejmareke mezin jî birîndar hene. Di van êrîşan de stasyona trênê ya li Qamisloyê, terzîxane, çapxane, şirketên malzemeyên avahiyan û fabrîke têne armanckirin.
CIHAN LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG E
Em baş dizanin mebest û armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker hilweşandina civaka Rojavayê Kurdistanê ye, têkbirina avakirina civaka sivîl e û dagirkirina herêmê ye. Ev êrîş bi hemû şêwazên xwe li dijî hiqûq û peymanên navdewletî ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin. Rexmî vê jî di serî de koalisyona navdewletî ya li dijî terorê, sazî û dewlet li hemberî van êrîşên dewleta dagirker bêdeng in. Di asta navneteweyî de jî bêdengiyek heye û heta niha helwestek derneketiye holê. Cihana ku li hemberî êrîşê li Xezeyê bi hemû rengî dengê xwe bilind dike, mixabin li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e. Bêdengî û bêhelwest mayîn ya NY, Konseya Ewropayê, NATO, Koalîsyona Navdewletî û saziyên parastina mafên mirovan dikin, bi tu şêweyî nayê qebûlkirin û ev bêdengî cîhê şermezariyê ye.
Bangewaziya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê ji bo saziyên navdewletî û gelê Kurdistanê ku bi awayekî tund li hemberî êrîşên dewleta Tirk rawestin û dawî li bêdengiyê bînin. Pêwîst e gelê Kurdistanê li her çar parçeyan û seranserê cihanê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin û berxwedaneke dîrokî pêş bixin. KNK bangewazîyê li koalîsyona navdewletî û NY’ê dike ku demildest bi erka xwe rabe û pêşî li hemberî êrîşên dewleta dagirker bigirin."