JXK'ê li Aachenê çalakî lidar xist

Ciwan ketin nava Aqûîs Plaza ya li navenda bajarê Aachenê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm qîriyan.

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, endamên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xistin.

Ciwan li Aqûîs Plaza ya li navenda bajêr li hev kom bûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne", "Freîheît fur Ocalan, Freîhetî fur Kurdistanê" qîriyan.

Ciwanan flamayên ji wêneyê Abdullah Ocalan hildan û broşurên li ser tecrîdê belav kirin.

Ciwanan gotin, "Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin."