BI DÎMEN

Jinan çelenga reş danîn li ber Nûnertiya Fransa ya li Hannoverê

Li bajarê Hannoverê bi boneya Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê, çelenga reş danîn li ber Nûnertiya Fransa ya li bajêr.

Li bajarê Hannover a Elmanyayê bi boneya protestokirina Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê, çelenga reş danîn li ber Nûnertiya Fransayê. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dosyayek bi zimanê Fransî jî radestî nûnertiyê hat kirin.

Di çalakiyê de jinan diyar kir ku heta edalet were bi cih ew ê li dijî komkujiyê dengê xwe bilind bikin.

Piştî hevdîtina bi şandeya jinan re girse bi dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kir.