Ji rewşenbîr û wezîrên berê yê Swêdê hişyariya ji bo ‘Erdogan’

Sê rojnamevan, nivîskar û wezîrekî berê, beriya serdana Serokwezîr Ulf Kristersson a Tirkiyeyê, li Aftonbladet ku mezintirîn rojnameya welatê Skandînavyayê Swêdê ye, hişyarî dan.

Ulf Kristersson ku herî dawî ji bo Serokwezîrtiyê hat hilbijartin, hefteya borî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew amade ne ku biçin Tirkiyeyê. Kristersson bi vê serdanê armanc dike ku ji Enqere piştgiriyê bide endamtiya Swêdê ya di nav NATO’yê de. Dewleta Tirk bi taybetî dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan derdixe pêş û di berdêla “endamtiyê” de şantajê li Swêdê dike.

Wezîrê berê Pierre Schori, nivîskar û rojnamevanê kurd Kurdo Baksi, nivîskar û edîtorê rojnameya “Dala-Demokraten” Goran Greider û edîtora rojnameya “Dagens Arbete” Helle Klein ku di heman demê de rahîbe ye,  ji rojnameya Aftonbladet re gotarek hevbeş nivîsandin.

Di gotara bi sernavê "Kristersson, anî bîra Erdogan ku demokrasiya rastîn çi ye!" de ev tişt hat gotin, “Di demeke nêzîk de serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson wê biçe Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Ji ber Tirkiye ji bo ku ji Swêdê tawîzan bigire, di asta herî jor de mafê xwe yê vetoyê bi kar tîne, serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATO'yê di hevpeymaniya parastinê de rojeva sereke ya vê civînê ye. Kristersson di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re, xwedî şansek bêhempa ye ku jê re bibêje demokrasiya rastîn çi ye.”

Her çar navdaran diyar kirin ku divê serokwezîrê Swêdê çar xalên bingehîn ji Erdogan re û ji gelê Swêdê re jî vebêje û wiha rêz kirin:

1-Serokwezîr Kristersson û Wezîrê Derve Tobias Billstrom divê li ber ronahiya daxuyaniyên Tirkiyeyê yên derbarê demokrasîbûnê de, rastiya ku gelek siyasetmedarên rasteqîn ên demokrat mîna Serokê HDP’ê partiya sêyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê û Partiya xwişk/bira bipirse.

2- Divê Kristersson hêj bêtir dijberiya parlamento û hikûmeta Swêdê ya li dijî planên ji nû ve êrîşên li ser herêmên kurd a li Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê Erdogan ve hatine ragihandin û her wiha li dijî êrîşên leşkerî yên dubare yên li dijî Yewnanîstanê ne, bîne ziman.

3- Dezgehên ragihandinê yên alîgirê Tirkiyeyê, divê demildest dev ji şopandina rojnamevanên Tirk ên Swêdî yên ku li Swêdê azadiya xwe bi dest xistine, berdin.

4- Rejîma Erdogan ji bo ku di hilbijartinên parlemanî û serokkomariyê yên ku sala bê li Tirkiyê bên kirin de deng bi dest bixe, kampanya reşkirinê li dijî Kurdên Swêdê daye destpêkirin. Divê tavilê dawî li kampanya xwe ya reşkirinê bîne. Swêd di tu şert û mercî de divê wek ku piştî kuştina Olof Palme kir, li dijî Kurdên bêsûc nebe alîgir.”