Li Parlamenta Ewropayê ji koma Kesk/EFA Françoîs Alfonsî, ji koma Sosyal Demokrat Andreas Schîeder û ji koma Çep Nîkolaj Vîllûmsen nameyek ji Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Joseph Borrell re şandin û tê de bal kişandin ser êrîşên li dijî Rojava.
Endamên Koma Dostaniya Kurdan diyar kirin ku bombardûmana dewleta Tirk binesaziya sivîlan a ku ji bo jiyanê gelekî girîng e xera dike, bi milyonan mirov bê elektrîk, bê av û bê gaz hiştiye û gotin, "Serokkomarê Tirk Erdogan nêta xwe ya ji bo dewamkirina van êrîşan bi rengekî eşkere ragihand."
Di nameyê de wiha hate gotin:
"Weke Nûnerê Bilind ê ji Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya Yekîtiyê Berpirsyar em ji we dixwazin, êrîşkariya Tirkiyeyê ya li ser gelê Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wan ên şer bi navê Yekîtiya Ewropayê şermezar bikin û bi bikaranîna hêza meqamê xwe, ji bo rawestandina van êrîşan zextê li hikumeta Tirk bikin.
Li gel agirbestên ku di sala 2019'an de ji aliyê DYE û Rûsyayê ve danûstandin li ser hatin kirin, Tirkiye êrîşên xwe yên bi asta nizm ên li ser herêmê dewam dike û hewldanên aramiyê têk dibe.
Niha jî di nava 3,5 mehan de sê caran bombe li ser wan deveran barand ku ji bo jiyana rojane pêwîst e. Ji 13'ê Çileyê û vir ve santralên elektrîkê, qadên petrolê (çavkaniya bingehîn a hatineya herêmê ye), mal, depo, febrîqe û avahiyên din ên sivîl hilweşandin. Piraniya van deveran di êrîşa beriya niha de xisar dîtibûn û bi sererastkirineke lezgîn ji nû ve hatibûn bikaranîn. Du milyon mirov bê elektrîk man. Nebûna elektrîkê, nebûna avê, kêmbûna alavên tibî, nebûna firinan ji bo nan, nexebitîna dibistan an jî zanîngehan, tê wateya zerareke mezin a aboriyê. Yekane navenda dagirtina gazê li şûşeyan a herêmê hate xerakirin. Welê li mirovan hat ku ji bo karibin mala xwe germ bikin û nan lêxin, gaz bi destê wan nakeve.
SÛCÊ ŞER
Êrîşa li ser binesaziyê ku ji bo jiyanê gelekî girîng e, bi tena serê xwe sûcekî şer e û ev êrîş di heman demê de çalakiyeke êrîşarkiyê ku nehatiye sorkirin. Herêm ti carî ji bo Tirkiyeyê nebûye gefek. Ji xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi Koalîsyona Navneteweyî re pêşengî ji têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê re kiriye. Koalîsyon QSD'ê ji PKK'ê cuda û serbixwe dibîne û ji bo xwe weke hevalbendekî jiyanî dibîne. Lê belê kengî PKK li Tirkiyeyê yan jî Iraqê li hemberî hêzên Tirk çalakiyekê dike, Tirkiye êrîşê dibe ser hedefên sivîl ên li Sûriyeyê. Vê yekê jî bi îdîaya 'mafê parastinê' dike ku eger li hemberî vê îdîayê helwesteke dijber neyê nîşandan, wê bi rastî jî bibe mînakeke xetere.
BÊDENGÎ RÊ Û ALTERNATÎFEK NÎNE
Ev êrîş di heman demê de li ser Ewropayê jî xetereyeke fîzîkî ye. Bi van êrîşan tê xwestin ku aramiya herêmî bê têkbirin. Êrîş wan şert û mercan diafirîne ku derfetê bide jinûve geşbûna DAÎŞ'ê. Ji ber van êrîşan karê QSD'ê yê parastina bi hezaran mehkûmên DAÎŞ'ê jî dixe nava xeteriyê. Hîn doh (16'ê Çileyê) piştî êrîşeke bi roketê li girtîgeha li Hesekê ya ku mehkûmên DAÎŞ'ê lê ne, hewldaneke revê rûd a.
Bêdengmayina li hemberî van sûc û xetereyan rê û alternatîfek nîne."