Ji Parîsê heta Strasbûrgê ‘Meşa Azadiyê’ ya 25 rojan

CDK-F û TJK- F bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdan re edalet” ji Parîsê heta Strasboûrgê meşa dirêj a 25 rojan li dar dixe.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji sala 1999’an û vir ve li girava Îmraliyê dîl tê girtin û sê sal in jî di bin tecrîda mutlak de ye, ji Parîsê heta Strasboûrgê dest bi “Meşa Azadiyê” dike.

Meş di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdan re edalet” dest pê dike.

Meşa ku wê 25 rojan bidome wê li 25 herêmên cuda bên lidarxistin.

Di hemû rêyên meşê de wê raya giştî ya cîhanê û gele herêmê der barê tecrîda 25 salan de were agahdar kirin. Her wiha wê serdanên dîplomatîk ên gelek saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan, partiyên siyasî û saziyên raman-lêkolînê bên kirin û der barê armanca çalakiyê de agahî bên dayîn.

‘DIVÊ BI XURTÎ EM TEVLÎ MEŞÊ BIBIN’

Li ser navê Komîteya Amadekar Azad Kaya ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ev meşa ewil a herî mezine li Fransa tê lidarxistin. Kaya anî ziman ku ev meş xwedî girîngiyek mezin e û got: "Ev çalakiya me heta niha li Fransayê nehatiye kirin. 25 roj demeke dirêj e û em di wê baweriyê de ne ku ger em bi bandor bixebitin, em ê encamê bigirin. Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye. Ev berxwedan li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi xurtî tê hembêzkirin. Niha dora me Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn e. Dem hatiye ku em vê berxwedanê bi xurtî hembêz bikin û ber bi serkeftinê ve bibin. Bi vê boneyê em ji hemû gelê xwe hêvî dikin ku bi awayekî herî xurt beşdarî ‘Meşa Azadiyê’ ya dirêj a ku em ê li dar bixin, bibin.”

RÊGEHA MEŞÊ

Plansaziya rêgeha meşê wiha ye:

22.01 : Parîs (Rue La Fayette - Nation)

23.01 : Parîs (Invalides - République)

24.01 : Lorient

25.01 : Vannes

26.01 : Nantes

27.01 : Rennes

28.01 : Rouen

29.01 : Mantes-la-Jolie

30.01 : Les Mureaux

31.01 : Melun

01.02 : Ris-Orangis/Grigny

02.02 : Villeneuve Saint-George

03.02 : Saint-Denis

04.02 : La Courneuve

05.02 : Drancy

06.02 : Villiers-Le-Bel

07.02 : Sarcelles

08.02 : Creil

09.02 : Compiègne

10.02 : Amiens

11.02 : Saint-Quentin

12.02 : Soissons

13.02 : Reims

14.02 : Metz

15.02 : Strasbourg

Têkilî:

[email protected]

+33752084748