BI DÎMEN

Ji Meclîsa Gel a Kurd ji bo Hikumeta Brîtanyayê bangawaziya ‘Mafê Hêviyê’

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Londonê li ber avahiya Serokwezîrtiyê hatin cem hev daxwaza “Mafê Hêviyê” ji bo Rêber Apo dubare kirin.

Li Londonê bi banga Meclîsa Gel a Kurd, Kurdistanî û dostên wan di roja pêncşemê 28’ê Gulanê de li ber avahiya Serokwezîrtiyê hatin cem hev û daxwaza “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di çarçoveya çalakiyê de dosyayeke berfireh a ku ji aliyê Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Gel a Kurd ve hatibû amadekirin, radestî rayedarên serokwezîrtiyê hate kirin.

Di axaftinan de bang li hikûmeta Brîtanyayê hate kirin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgrêka Kurd û bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi lezgînî gavan bavêje. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de “Mafê Hêviyê” mafekî bingehîn ê mirovan e û bal hate kişandin ser rola dîrokî ya ku Rêber Apo dikare ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk bilîze.

Di daxuyaniya hevpar a Meclîsa Gel a Kurd û Komîteya Dîplomasiyê de hate diyarkirin ku azmûnên cîhanê nîşan didin ku di çareseriya pevçûnan de diyalog û muzakere diyarker in. Pêvajoya ku li Afrîkaya Başûr bi Nelson Mandela re hate meşandin û Peymana Înîya Paşî (Good Friday) ya li Îrlandaya Bakur wekî mînak hatin nîşandan û hate gotin ku aştiyeke mayînde tenê bi muxatabgirtina aktorên ku xwedî roleke civakî ne pêkan e.

Di daxuyaniyê de ev nirxandin hatin kirin:

“Birêz Abdullah Ocalan bi salan e ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgrêka Kurd bangan dike. Birêz Ocalan ê ku tekezî li ser diyalog, siyaseta demokratîk, wekhevî û jiyana hevpar dike, ji bo gelê Kurd taybetmendiya xwe ya muxatabê bingehîn diparêze. Nêzîkatiyeke rasteqîn û berpirsiyar neçar e ku vê rastiya civakî û siyasî li ber çavan bigire.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rênedana hevdîtina Rêber Apo bi parêzer, malbat û nûnerên xwe yên siyasî re, hêviyên çareseriyê qels dike; her wiha hate destnîşankirin ku rakirina tecrîdê û sepandina “Mafê Hêviyê” ji bo çareseriya demokratîk pêwîstiyek e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku; pirsgrêka Kurd tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin û ev mesele pirsgrêkeke siyasî ye ku rasterast bi ziman, çand, temsîliyeta demokratîk, demokrasiya herêmî û pêşeroja hevpar a gelan re girêdayî ye.

Di banga ku ji bo hikûmeta Brîtanyayê hate kirin de ev gotin hatin bikaranîn:

“Divê Brîtanya azmûna xwe ya dîrokî ya li ser çareseriya pevçûnan û pêvajoyên aştiyê, ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê bikar bîne. Divê piştgirî bide hemû hewldanên ji bo diyalog, muzakere û demokratîkbûnê. Naskirina ‘Mafê Hêviyê’ yê Birêz Abdullah Ocalan û qebûlkirina wî wekî muxatabê bingehîn di pêvajoya aştiyê de, dê ji bo çareseriya mayînde bibe gaveke girîng.”

Di herikîna çalakiyê de pir caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Freedom for Ocalan” û “Democratic solution now” hatin berzkirin. Beşdaran bang li hikûmeta Brîtanyayê kirin ku li hemberî daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêdeng nemîne.