BI DÎMEN

Ji Fransayê ji Îmraliyê re kartpostal

Kurdên li Fransayê ji Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan re kartpostal şandin.

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa CDK’ê hatin ba hev û beşdarî kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar kartpostal” bûn. Kurdistaniyan bi komî ji Îmraliyê re kart şandin.

Girseyê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê şermezar kirin û ev bang kirin: “Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşînê mezin bikin.”