BI DÎMEN

FED-KURD'ê banga tevlêbûna meşa Kolnê kir

Hevserokên FED-KURD'ê Menderes Çambel û Seyran Batman bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê kirin û gotin: “Divê em bi ruhê seferberiyê biherikin Kolnê.”

Hevserokên Federasyona Kurdistaniyên Azad ên Elmanyaya Rojhilat (FED-KURD) Menderes Çambel û Seyran Batman ji bo meşa navendî ya 17’ê Sibatê ya li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga beşdariyeke “ruhê seferberiyê” kirin.

Di daxuyaniya ku hevserokên meclîsa gelê Kurd ên girêdayî federasyonê jî amade bûn, hat destnîşankirin ku ev 35 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda girankirî de tê girtin nîne.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku civaka navneteweyî li hemberî tecrîda ku veguheriye îşkenceya sîstematîk bêdeng maye û hat destnîşankirin ku heta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) tu rapor amade nekiriye û ev yek mirov difikirîne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di çarçoveya Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de li seranserê cîhanê hat destpêkirin, em ê bi hemû meclîsên xwe yên ku girêdayî Federasyona Kurdistana Azad a Elmanya Rojhilat, komîsyon, komun û dostên xwe re di 17'ê Sibatê de li navenda Kolnê bi ruhê seferberiyê cih bigirin. Em ê bi sed hezaran biherikin Kolnê. Em bang li her kesî dikin ku tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”