Ji Elmanyayê bernameya parastina fezayî ya ji 35 milyar Euroyî
Elmanyayê ragihand ku li hemberî gefên ji Rûsya û Çînê, wê bernameyeke parastinê ya nû ya fezayî ya 35 milyar Euroyî bide destpêkirin.
Elmanyayê ragihand ku li hemberî gefên ji Rûsya û Çînê, wê bernameyeke parastinê ya nû ya fezayî ya 35 milyar Euroyî bide destpêkirin.
Wezîrê Parastinê Boris Pistorius li Berlînê konferansek lidar xist û diyar kir ku ev çavkanî wê heta sala 2030'î ji bo projeyên fezayî yên leşkerî hem ji bo parastinê hem jî ji bo êrîşê bê razandin.
Pistorius anî ziman ku welatên Rojavayî li pişt Rûsya û Çînê mane û ragihand ku di vê mijarê de divê bi lez gav bêne avêtin.
Wezîrê Elman got, bi taybetî êrîşên gengaz ên li ser sîstema peykê dikare bandorê li milyonan mirovî bike û Moskow û Pekîn sûcdar kir ku çekên antî-peyk, êrîşkarî û sîxuriyê diafirînin.
Wezîrê Karên Hundir Alexander Dobrindt jî heman rojê li Meclîsa Federal axivî û anî ziman ku Ewropa li dijî droneyan ketiye pêşbirka parastinê.