Ji bo şehîdên Parîsê li Şaredariya Parîsê bîranîn

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, li avahiya Şaredariya Herêma X. a Parîsê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Ji bo yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li avahiya Şaredariya Herêma X a Parîsê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Şaredarê Hêrêma X a Parîsê Alexandra Cordebard û dostên Kurdan tevlê bîranînê bû.

Di bîranînê de Şaredar Alexandra Cordebard axivî. Cordebard anî ziman ku ew ê komkujiyê ji bîr nekin û nehêlin bê jibîrkirin. Cordebard bertek nîşanî nepeniya dewletê ya li ser dosyaya komkujiyê kir û diyar kir ku ew û hemû ekîba xwe bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne. Alexandra Cordebard destnîşan kir ku li hemberî êrîşa li dijî gelê Kurd û Parîsê ew ê bibin mertal û got: “Gelê Fransayê bi navê demokrasiyê, li ser navê parastina demokrasiyê û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê deyndarê Kurdan e.”

Piştre Berîvan Firat jî axivî û êrîşa di 7’ê Çileya 2015’an a Charlîe Hebdo bibîrxist û got: “Evîn Goyî li Reqayê li dijî kesên ev êrîş kir şer kir.”

Bîranîn bi belgefîla “Sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin” dewam kir. Beşdarvanan eleqeyek mezin nîşanî belgefîlmê da û eywana bîranînê tije bû.

Piştre parêzerê dozê Sylvie Boitel axivî û got: “Haya me ji nexweşiya Omer Guney hebû. Ji ber vê yekê me hewl da ku em bersiveke lezgîn ji Tirkiyeyê bigirin, lê Tirkiyeyê bersiv neda."

Berdevka Karên Derve ya CDK-F’yê Berîvan Firat axaftinek kir. Firat diyar kir ku berovajî komkujiya 2022'an, komkujiya 2013'an bi lez û bez weke dosyaya terorê hate binavkirin, lê belê ji ber dosya di bin sira dewletê de ye edalet pêk nehatiye. Firat anî ziman ku vê rewşê di 23'ê Kanûna 2022'an de rê li ber komkujiyeke din vekir û bal kişand ser perwerdeya leşkerî ya kujer jî. Firat, Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin ku ev êrîş weke êrîşeke nijadperestî bi nav kir, rexne kir.