Ji bo Rojava li Dragûîgnanê çalakî hate lidarxistin

Girseya gel ku bi pêşengiya TCŞ'ê li Dragûîgnanê li hev kom bû, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li dewletên Ewropayê kirin.

Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'PKK gel e gel li vir e' û 'Bijî berxwedana Rojava' hatin qîrîn. Di meşê de ji bo şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Bi navê TCŞ'ê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Di encama bombardûmana 48 saetên dawî ya dewleta Tirk a faşîst de ku li ser qadên jiyanê û navendên binesaziyê hate kirin zêdeyî 450 hezar mirov bê elektrîk û bê av man. Em ji vê derê bang li welatên Ewropayê dikin. Dewleta Tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike, gelo hûn bi vê dewleta faşîst re ne yan jî li dijî ê ne? Çar parçeyên Kurdistanê xeta sor a gelê Kurd e. Heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê qadan neterikînin."

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" bi dawî bû.