Ji bo Rêberê Gelê Kurd li Kolnê 5 hezar û 500 îmze hatin şandin

Di çarçoveya kampanya îmzeyan de ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kolnê 5 hezar û 500 îmzeyên hatin hevdan, ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.

Kampanya îmzeyan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye li çar aliyên Ewropayê dewam dike. Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê doh li navçeya Mullheîmê, ji Postaxaneya li Wîener Platzê name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.

Beriya şandina nameyan daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin, li Koln û derdora wê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û meclîsên jinan heta niha 5 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê meha derbasbûyî ragihandibû ku armanca wan komkirina 5 hezar nameyan e. Ji aktîvîstên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê Huseyîn Temel diyar kir ku li Koln û derdora wê ew gihîştine armanca xwe, lê belê wê hîn bêhtir îmzeyan kom bikin û vê hejmarê bigihînin 6 hezar îmzeyî.

Di vê navberê de Alîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Matthew Palmar 4'ê Mijdara 2018'an di dema serdana Enqereyê de ragihandibû ku ji bo rêveberên KCK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan, ji bo yên ku cihê wan tespît bike wê xelatek ji 12 milyon dolarî bidin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê diyar kir ku wê ji bo vekişandina vê biryara têkildarî rêveberên KCK'ê nameyê ji Serokê DYE'yê Joe Bîden re bişînin û jê bixwazin ku biryarê betal bike.