Ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilat û Îranê re çalakî

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, çalakî hat lidarxistin.

Kurd û Kesên azadîxwaz ji bo piştevaniya bi serhildana bi pêşengiya jinan, bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li meydana Sergels Torg a li navenda paytext Swêd Stockholmê di saet 16’an de hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin. Bi yek dengî banga xwedî derketina li serhildana gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Gelek sazî û dezgehên Kurd, Faris, Belûc û gelek neteweyên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijîn, ji bo piştgirîdayîna serhildanên gelan tevlî mîtîngê. Di mîtîngê de rêxistinên PJAK, KJAR jî bi alên xwe amade bûn. Hunermendê navdar ê Kurd Necmedîn Xulamî jî bi stranên xwe banga xwedî derketina li serhildanan kir.

Her wiha di axaftinên hatin kirin de jî peyamên yekgirtin û xurtkirina serhildanan hate dayîn. Bang li raya giştî ya cîhanî jî hate kirin ku li hember banga gel a di bin pêşengiya jinê de, bêdeng nemînin û helwest bigrin û her wiha banga yekgirtina hêzên Kurdî yên li dervey welat jî hate kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê li Îran û Rojhilat”, “Jin jiyan azadî” û “Rejim destê xwe ji xwîna gel vekişîne” hatin berzkirin.