Ji bo darizandina dewleta Tirk û çeteyên wê li Elmanyayê gilî hate kirin
Rêxistinên mafên mirovan ECCHR û STJ'ê têkildarî sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2018'an û vir ve li Efrînê dike, gilî kirin.
Rêxistinên mafên mirovan ECCHR û STJ'ê têkildarî sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2018'an û vir ve li Efrînê dike, gilî kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2018'an û vir ve Efrîn dagir kirine. Li Efrîn a dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêk û pêk û bi rengekî kêfî li dijî mirovahiyê sûc dikin, sûcê şer dikin û mafên mirovan binpê dikin.
Rêxistinên Mafên Mirovan European Center for Constitutional and Human Rights (Navenda Mafên Mirovan û Destûra Bingehînî ya Ewropayê-ECCHR) û Syrians for Truth and Justice (Sûriyeyiyên ji bo Edalet û Heqîqetê-STJ) li Dozgeriya Federal a Elmanyayê gilî kirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê buroya çapemeniyê ya ECCHR ve hate dayin, li Efrîn a dagirkirî dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêk û pêk êşkence li Kurdan kirin.
ECCHR û STJ'ê diyar kirin ku piştî êrîşa dagirkeriyê ya zêdeyî 2 mehan dewam kir, zêdeyî 300 hezar Kurd ji cih û warê xwe bûn û di gilîkirinê de gotin, "Milîsên çekdar ên piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigirin, îro jî bi rengekî kêfî rêveberiyek ava kirine."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sûcên ji aliyê çeteyan ve hatine kirin dikevin ber hiqûqa navneteweyî û işaret bi darizandina li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê ya Elmanyayê hate kirin.
DIBE KU ELMANYA LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ DEST BI LÊPIRSÎNÊ BIKE
Binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê milîsên Îslamî û alîgirên Tirkiyeyê hatine kirin dikevin ber hiqûqa navneteweyî û li gorî vê yekê jî sûc e, lewma li gorî pîvana pêwendîdar a hiqûqa navneteweyî dibe ku Elmanya dest bi lêpirsînê bike.
ECCHR, STJ û hevkarên wan tevî şeş kesên ku ji van sûcan rizgar bûn, di 19'ê Çileya 2024'an de wê li Dozgeriya Federal a Elman a Karlsrûheyê gilî bikin û daxwaza lêpirsîneke berfireh a kiryaran bikin.
BILA EDALET BI CIH BÊ, KIRYAR BÊNE DARIZANDIN
Yek ji mexdûran ku êşkence lê hatibû kirin got, "Piştî ku ji girtîgehê derketim û bi sê salan jî hîn jî xwe di nava kabûseke bi êş de dibînim. Her tiştên ku li Efrînê bi serê min ve hat bêrehm bûn. Ji ber ku zanim gel hîn ê di nava heman şert û mercan de ye, dixwazim edalet bi cih bê û hesab ji kiryaran bê pirsîn. Bi vê hêviyê min ji xwe re kir wezîfe ku vê bê edaletiyê ji cîhanê re ragihînim.
Heta niha sûcên rejîma Esad, Eniya Nûsra, DAÎŞ û komên Îslamî yên mîna wan bûn mijara lêpirsînê ya Dozgeriya Federal. Êşa li bakurrojavayê Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Kurd e, hîn qet nehatiye nirxandin."
BI PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK DESTHILATDARIYEKE TUNDÎ Û KÊFÎ AVA KIRIN
Patrîck Kroker ku têkildarî sûcên mafên mirovan ên li Sûriyeyê dixebite şîroveyeke bi vî rengî kir: "Dozgeriya Federal ji sala 2011'an û vir ve li sûcên binpêkirina mafên mirovan ên li Sûriyeyê dipirse. Doza êşkenkceyê ya li hemberî dewleta Sûriyeyê ku li Dadgeha Herêmê ya Bilind a Koblenzê hate dîtin gaveke girîng bû. Zilma milîsên Îslamî li bakurê Sûriyeyê li dijî nifûsa Kurdan dike, heta niha nehatiye lêpirsîn. Divê ev rewş bê guhertin. Milîsên ku Efrînê bi rê ve dibin bi piştgiriya Tirkiyeyê desthilatdariyeke tundî û kêfî ji xwe re ava kirine."
ECCHR ji sala 2012'an û vir ve li ser sûcên giran ên li Sûriyeyê dixebite. ECCHR tevî 100 mexdûrên êşkenceyê û saziyên hevkarên xwe yên Sûriyeyî û Ewropayî, li Elmanya, Awûstûrya, Swêd û Norwêcê li ehmberî endamên payebilind ên amûra ewlekariyê ya Sûriyeyê gilî kir.