Ji bo çalakiyên li Parîsê banga tevlîbûnê hate kirin
Hevberdevkê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan û Nûnera TJK-E'yê Zozan Serhat ji bo çalakiyên 23'ê Kanûnê û 6'ê Çileyê yên li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Hevberdevkê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan û Nûnera TJK-E'yê Zozan Serhat ji bo çalakiyên 23'ê Kanûnê û 6'ê Çileyê yên li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Kurd û dostên xwe amadekariyê dikin ku di salvegera komkujiyên Parîsê de 23'ê Kanûnê û 6'ê Çileyê çalakiyan lidar bixin, nîşan bidin ku komkujiyan ji bîr nakin û bînin ziman ku divê hikumeta Fransayê ji bo ronîkirina komkujiyan gavê biavêje.
Li Parîsê di nava 9 salan de du komkujî li hemberî gelê Kurd hatin kirin. Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de bi organîzasyona MÎT'ê hatin qetilkirin. Evîn Goyî (Emîne Kara) ku li dijî DAÎŞ'ê şer kir, hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil jî 23'ê Kanûna 2022'an hatin qetilkirin. Di 23'ê Kanûnê û 6'ê Çileyê de wê li Parîsê çalakî bêne lidarxistin. Hevberdevkê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan û Nûnera Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat bi rêya ANF'ê bang kirin.
Mûrat Ceylan bang li Kurdan û dostên wan kir ku li her devera lê dimînin li ber vê komkujiyê rabin û nerazîbûnê nîşanî kes û hêzên vê yekê jinedîtî ve tên bidin. Zozan Serhat jî bang li her kesî kir ku dakevin qadan û peyameke bi vî rengî da Fransayê: "Hûn dikarin me qetil bikin, lê belê em ê ji bîr nekin. Dibe ku hûn kujerên me nedarizînin, lê belê em ê we darizînin. Em ê hesabê hevalên xwe yên hatin qetilkirin, hesabê jinên Kurd ên hatin qetilkirin ji we bipirsin."