Ji bo çalakiyên li Parîsê banga tevlêbûnê hat kirin

Ji rêveberiya CDK-F’yê Necmettîn Demîralp bi boneya salvegera komkujiyên Parîsê ji bo çalakiyên ku dê di 23’ê Kanûnê û 6’ê Çileyê de pêk were banga tevlêbûnê kir.

Ji Rêveberiya CDK-F'ê Necmettîn Demîralp bal kişand bi ser helwesta rayedarên Fransî ya têkildarî qetlîamên li hemberî Kurdan, diyar kir ku divê ji bo ronîkirina Kurdan bi tevahî bi hêztir bin û got: " Eger em nikaribin vê yekê pêk bînin, em ê mexduriyeta xwe bidomînin."

Demîralp diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd bi komkujiyên siyasî yên li Parîsê bûne hedef û Fransa hewl dide vê yekê veşêre. Demîralp diyar kir ku ji bo eşkerekirina van li rê û rêbazên curbecur digerin û got, "Eger em nikaribin vê yekê bi dest bixin, em ê mexdûr bin. Êdî ev zilm û zordestî nayê qebûlkirin û divê em li dijî vê yekê rêbazên têkoşînê yên cuda pêş bixin. Şêweyên çalakiyê yên klasîk, ji bo paş de gav avêtina vê dewletê ne bes e. Ji bo pêkanîna edalet hiqûqê divê em li rê û rêbazên cuda yên tekoşînê bigerin.”

Demîralp banga tevlêbûna çalakiyên di 23’ê Kanûnê û 6’ê Çileyê de kir û got: “ Divê gelê Kurd bi tenê nemîne û hemû dostên gelê Kurd jî tevlê çalakiyan bibin.“