Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Lîmasolê mitîng hate li dar xistin
Gelê Kurd ê li Qibrisê dijîn û dostên wan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Şaredariya Lîmasolê mîtîngek lidar xistin.
Gelê Kurd ê li Qibrisê dijîn û dostên wan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Şaredariya Lîmasolê mîtîngek lidar xistin.
Di çarçoveya pêngava 'Azadî Ji Rêber Apo Re, Çareseriya Siyasî Ji Pirsgirêka Kurd Re' de, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakiya girseya ku li pêşiya Şaredariya Lîmasolê kom bû, bi rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir.
Di çalakiyê de timî dirûşmên ji bo azadiya Rêber Apo hatin berzkirin.