Beriya mihrîcana Îvana Hoffmanê ku wê 17’ê Hezîranê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin, ji aliyê Parîs Yoûng Strûggleê ve li Qada Répûblîqûe a Parîsa paytexta Fransayê, pêşangeheke wêneyan hat danîn.
Di pêşangehê de ku di çarçoveya Hefteya Çalakiyan a Îvanayê de hat danîn, wêneyên Îvana Hoffmanê û Ozgur Namoglû li Rojava şehîd bûn û hin wêneyên têkildarê jiyana gerîla hatin nîşandan.
Beriya destpêkirina peşangehê, axavtin li ser navê Parîs Yoûng Strûggleê hat kirin. Di axavtinê de hat destnîşankirin ku her du şehîdên Rojava, di parastina Şoreşa Rojava de pêşengtî kiriye û ji bo parastina şoreşê bêyî dudilî canê xwe feda kiriye.
Di dewama axavtinê de banga tevlêbûna mihrîcanê ku wê 17’ê Hezîranê li Dûîsbûrgê bê lidarxistin, hat kirin.
Ji ber rojbûna Ozgur Namoglû, pasta hat jêkirin û li beşdarên pêşangehê hat belavkirin.
Pêşangeh, nêzîkê du saetan dewam kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Îvana Hofmann sax e, komunîst şer dikin”, “Ozgur Namoglû sax e, komunîst şer dikin”, “Bijî Şoreşa me ya Rojava” bi dawî bû.