Ji bo 3 aktîvîstên Kurd li Munîhê bang kirin: Bila cezayê îdamê were rakirin
Li Munîhê vê hefteyê çalakiya 10’emîn a “Rojên Şemiyê, ji îdamê re na”, hate lidarxistin.
Li Munîhê vê hefteyê çalakiya 10’emîn a “Rojên Şemiyê, ji îdamê re na”, hate lidarxistin.
Dewleta Îranê ji bo 3 jinên Kurd ên parêzvanên mafên mirovan, biryara îdamê dabû. Her sê aktîvîst her kêliyê rû bi rûyê xeteriya îdamê ne. Li dijî vê yekê li Munîhê çalakiya 10’emîn hate lidarxistin, standa agahdarkirin û protestoyê hate danîn. Çalakî vê hefteyê bi kampanyaya îmzeyan dewam kir.
Pexşan Ezîzî 4’ê Tebaxa 2023’yan li Tehranê hate binçavkirin, 11’ê Kanûnê derbarê wê de biryara girtinê hate dayîn. 23’yê Tîrmeha 2024’an jî Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê îdamê li Ezîzî birî. Ev biryar ji aliyê Konseya Darazê ya Bilind a Îranê ve di 8’ê Çileya 2024’an de hate erêkirin.
Di axaftinên hatin kirin de, hate diyarkirin ku ewlehiya can a Pexşan Ezîzî di bin xeteriyek cidî de ye û bang li hemû hêzên civakî, sazî û kesan hate kirin ku piştgirî bidin kampanyayê.