Ji Amerîkayê Başûr ji Rojava re: ‘Em ê destûrê nedin qirkirinekê nû’
Mirta Israilí ku dibêje “Em wek gel dizanin ku qirkirin tê çi wateyê” destnîşan kir ku ew ê tu carî li hemberî qirkirineke nû ya li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin.
Mirta Israilí ku dibêje “Em wek gel dizanin ku qirkirin tê çi wateyê” destnîşan kir ku ew ê tu carî li hemberî qirkirineke nû ya li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin.
Bangên rawestandina êrîşên li ser Rojava û mezinkirina piştgiriya navnetewî ji Amerîkaya Başûr bilind dibin. Piştî peyama nivîskî ya piştgiriyê û peyama dîmen a endama Memoria, Verdad y Justicia ya li Arjantînê Mirta Israilí, ji Şîlî jî komeke jinên ku bi tevgera jinên Kurd re di nava têkiliyê û piştgiriyê de ne, dest bi tevgerê kirin. Jinan bi çalakiya xwe qirkirinên li Rojava protesto kirin û bang li rawestandina êrîşan kirin.
Di daxuyaniya Memoria, Verdad y Justicia ya li Arjantînê de, êrîşên leşkerî yên li ser gelê Kurd bi taybetî li herêma Rojava bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên girêdayî komên cîhadî yên li Sûriyê, bi piştgiriya Tirkiye, Îsraîl û DYA’yê milîsên DAÎŞ’ê ji nû ve çekdar dikin. Hate destnîşankirin ku ev êrîş armanc dikin ezmûna demokratîk a ku bi têkoşîna hevpar a gelan li Rojava hatiye avakirin.
Sazî ji bo demildest rawestandina êrîşan bang kir, diyar kir ku divê kesên berpirsiyar ên windabûna jiyanê û hilweşandina binesaziyê hesab bidin û got ku ew ê destûrê nedin qirkirineke nû.
Heman bang di peyama bi dîmena endama Memoria, Verdad y Justicia Mirta Israilí de jî hate dubarekirin. Israilí ku wek endamekê gelê ku li Arjantînê qirkirin jiyaye diaxive, got êrîşên li ser gelê Kurd ji aliyê rejîma Sûriyê ve, bi sûcdariya Tirkiye, Îsraîl û DYA’yê têne meşandin.
“Em wek gel dizanin ku qirkirin tê çi wateyê” Israilí wiha got û destnîşan kir ku ew ê tu carî li hemberî qirkirineke nû ya li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin. Ji Arjantînê ji bo jinên li Rojava berxwedan didin, gelan û zarokan peyama piştgiriya şand.
Ji aliyê din ve li Şîlî, komeke jinên ku bi tevgera jinên Kurd re têkilî û piştgiriyê didomînin, ji bo protestokirina qirkirinên li Rojava çalakiyeke sembolîk pêk anîn. Jinan keziyên porê xwe çêkirin û bi pankartên ku destnîşan dikin jinên li Rojava berxwe didin û gel ne tenê ye, peyama piştgiriyê dan.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku berxwedana li Rojava azadiya jinê û jiyana hevpar a gelan diparêze.