BI DÎMEN

Ji Îngilistan heta Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan berê xwe didin Parîsê

Ji bo meşa navendî ya ku wê di salvegera komkujiya Parîsê de were kirin, Kurdistanî û dostên wan ji Îngilistanê berê xwe didin Parîsê.

Ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê wê bi pêşengiya TJK-E’yê li Parîsê meşeke navendî were kirin. Ji bo tevlîbûna meşê li dehan bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan bi rê ketin.

Ji bo tevlîbûna meşa Parîsê li Londonê gelek otobus û wesayîtên taybet bi rê ketin. Li ser wesayîtan flamayên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin daliqandin.

Jinan û ciwanan stranên şoreşgeriyê gotin. Meşvanan flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Jiyan a Londonê Denîz Poyraz diyar kir ku faîlê komkujiyan dewleta Tirk e û got: “Tevî ku komkujî bi hemû aliyên xwe ve jî tê zanîn, lê dewleta Fransa vê yekê bi eşkere nayîne ziman û hewl dide vî sûcî binixumîne. Lê jinên Kurd wê dest ji vê dozê bernedin û hesab bipirsin. Têkoşîna jinên Kurd bi ruhê Sara û Evînan wê her tim ji hemû gelan re bibe îlhama azadiyê. Em bi vê ruh û zanebûnê tevlî meşa Parîsê dibin.”

Dîsa ji hemû kantonên Swîsreyê bi dehan otobus bi rê ketin. Girseya ku li Baselê kom bûyî, bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kir.