Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku li 146 welatan bi 190 saziyan nûnertiya zêdetirî 600 hezar rojnamevanan dike, têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, daxuyaniyek da.
Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger got: ‘’Her du rojnamevanên hêja têkildarî rewşa bakurê Sûriyeyê kar dikirin. Dema li ser karê xwe ji aliyê balafirên bêmirov ve bi awayekî qestî hatine hedefgirtin ku ev yek tiştekî gelekî ecêb e. Em vê êrîşa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin ku dixwazin berpirsên vê yekê hesabê bidin.’’
Her wiha IFJ’ê bang li rayedar û otorîteya siyasî ya nû ya Sûriyeyê kir ku têkildarî qetilkirina her du rojnamevanan lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin û failên bûyerê peyda bikin û wan bidarizînin.