HRW: Yewnanistan penaberên ji Ukraynayê bi kar tîne

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku Yewnanistan ji dersînorkirina penaberên ji welatên din penaberên ji Ukraynayê bi kar tîne.

Li gorî rapora HRW’ê ya ji 29 rûpelan pêk tê, li herêma Merîçê ya di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de piştî ku pere û telefona wan hate desteserkirin 23 penaberên Efgan ji Yewnanistanê hatin dersînorkirin.

Di raporê de leşkerekî berê yê Efgan kesekî 28 salî diyar kir di meha Kanûnê de bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatiye dersînorkirin.

Penaberan diyar kirine xwediyê keştiyên ew birine Tirkiyeyê bi Erebî yan jî zimanên Asyaya Başûr diaxivîn.

Kesekî ji Pakistanê yê ku li ser keştiya penaberan e got “Em sê meh in vî karî dikin. Piştre em ê karibin destûra xwe ya bicihbûnê bistînin.”

Dîrektorê bernameya hiqûqa penaberan a HRW’ê Bîll Frelîck got “Hikumeta Yewnan berpirsê dersînorkirina li ser sînoran e. Ji bo vî tiştî qasidan bi kar tîne lê dîsa jî berpirsyarî ya Yewnanistanê ye. Yewnanistan ji aliyekî ve penaberên Ukraynayê pêşwazî dike û ji aliyê din ve jî Efganan û kesên ji şer direvin jî bi xedarî dersînor dike.”

Wezîrê Koçberiyê yê Yewnanistanê Notîs Mîtaraçî di 1’ê Adarê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ew Ukraynayiyan ji ber ku ‘Ewropî’ ne, wekî ‘penaberên rastîn’ pênase dikin. Li hemberî vê rewşê rêxistinên mafên mirovan bertek nîşan dabûn.