Kampanya û xebatên ku li qada navneteweyî ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo tên meşandin, berdewam dikin. Ev xebatên ku bi salan e didomin, di serdemên dawî de ji daxwazeke siyasî wêdetir, li dora banga sepandina prensîba “mafê hêviyê” ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de diyar kiriye û avêtina gavên pêwîst ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve, gur bûne.
Di van xebatan de ku balê dikşînin ser 27 salên hêsîriya Rêber Apo û şert û mercên tecrîda giran, tê xwestin ku rejîmên cezayê heta hetayê li gorî rûmeta mirovahiyê ji nû ve werin nirxandin û di çarçoveya hiqûqî de mekanîzmayên ku rê li ber pêvajoyên aştiyê vedikin werin xebitandin. Di nameyên ku di dema dawî de ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku dê di meha Pûşperê de careke din mijara “mafê hêviyê” nîqaş bike, hatine şandin de, tê destnîşankirin ku pêkanîna vê biryarê ne tenê ji bo azadiya kesane ya Rêber Apo, di heman demê de dê xizmeta perspektîfeke berfireh a demokratîkbûnê bike ku beşdariya çalak a gelê Kurd di çareseriya demokratîk û pêvajoya aştiyê de armanc dike.
Ji ber vê yekê, tê dîtin ku tevgerîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser bingeha îctîhada DMME’yê û misogerkirina sepandina mafê hêviyê bi awayekî pratîkî, ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê krîtîk e. Yek ji navên ku di navenda van xebatan de cih digire jî Berdevkê Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Îtalyayê, senatorê berê û hiqûqnas Giovanni Russo Spena ye.
Em bi Spena re li ser mijara “mafê hêviyê” û pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd axivîn.
Wek Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Îtalyayê, hûn di demên dawî de bi taybetî li ser mijara ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” sûd werbigire xebatan dimeşînin. Di pêvajoyeke ku lêgerînên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berdewam dikin de, sepandina vê mafî xwedî çi girîngiyê ye?
Di serdemeke dîrokî de ku hevsengiyên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn bi krîz, şer û komkujiyan dihejin, çareseriya siyasî û dîplomatîk a ku Abdullah Ocalan pêşniyar dike, girîngiyeke mezin hildigire. Serok Ocalan, ji sibata 2025’an û vir ve di nav hewildaneke siyasî de ye ku armanc dike alternatîfên şênber pêşkêşî pêvajoya aştiyê bike. Lê belê ew hîn jî ji sala 1999’an û vir ve di Girtîgeha Îmraliyê de, di bin mercên girtîgehê yên pir giran de tê girtin. Ev şert û mercên tecrîdê ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ve jî gelek caran hatin ziman. Em wek komîte bi salan e ji bo rakirina vê êşkenceyê û misogerkirina azadiya Ocalan têdikoşin.
“Mafê hêviyê” gelekî girîng e; ji ber ku ji bo hemû rewşên ku divê bingeheke hiqûqî ji pêvajoyên aştiyê û rêyên aştiyê re were qezenckirin, derbasdar e. Ev prensîba ku wek “mafê hêviyê” tê binavkirin, xwe dispêre biryara DMME’yê ya ku di sala 2014’an de girtiye, ango tam beriya 12 salan. Çawa ku di pêvajoyên din ên girîng ên aştiyê de hatiye sepandin, divê di doza Ocalan de jî were sepandin. Ev prensîb xwedî girîngiyeke bingehîn e. Bi xêra mafê hêviyê, azadiya Ocalan digihîje bingehê hiqûqî.
Çima “mafê hêviyê” di doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de veguheriye mijareke navendî ya hiqûqî û siyasî?
Erê, di doza Serok Ocalan de ev mijar xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Jixwe di nameya ku me beriya çend heftiyan ji bo Konseya Ewropayê û ji ber vê yekê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand de, me ev yek anî ziman. Her wiha ev name piştgiriya 88 xwediyên Xelata Nobelê hildigire û ji ber vê yekê hewildaneke navneteweyî ya gelekî girîng e.
Di nameyê de em balê dikşînin ser wê yekê ku gotara “têkoşîna li dijî terorê” ya ku hikûmeta Tirk wek hinceteke giran û nayê famkirin bi kar tîne, astenga sereke ya li pêşiya pêşveçûna rastîn a pêvajoya aştiyê ye. Ango tawanbariya qaşo terorîzmê li Serok Ocalan, PKK û hwd. tê barkirin û ji ber vê yekê bi hinceta şerekî navxweyî yê tund, hîn jî gavên şênber nayên avêtin.
Ji ber vê yekê em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku sepandina biryara DMME’yê ya sala 2014’an mîsoger bike û mafê hêviyê nas bike. Ji ber ku ev yek, hem ji bo destgirtina statûya hiqûqî ya Serok Ocalan hem jî ji bo ku Ocalan bikaribe bi awayekî rastî û diyarker beşdarî pêvajoya aştiyê bibe û rê bide wê, dê bibe gaveke gelekî girîng û biryardar.
Ji ber vê sedemê em û 88 navên xwediyên Xelata Nobelê, ji saziyên navneteweyî daxwaz dikin ku Serok Ocalan bi tevahî û bêşert were berdan û bi vî rengî bikaribe bi awayekî azad beşdarî berdewamiya pêvajoya aştiyê bibe. Ev daxwaza me, xala bingehîn e ku mafê hêviyê yê ku ji sala 2014’an û vir ve ji aliyê DMME’yê ve hatî naskirin, û pêvajoya aştiyê ya dijwar lê girîng a ku ji aliyê Serok Ocalan ve ji bo azadiya gelê Kurd û pêşveçûna demokratîk a tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin, bi hev ve girê dide.
Hûn wekî komîte qonaxa heyî ya ji bo çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çawa dinirxînin?
Em dizanin ku ev pêvajo, pêvajoyeke pir zehmet e. Serok Ocalan bi rêya kongreyeke girîng a PKK’ê daxwaz kir ku di navbera hikûmet û PKK’êde diyalogek were vekirin û ev yek pêk anî. Her wiha ji bo rê li ber muzakreyeke siyasî ya rast ango pêvajoyeke aştiyê ya rast veke, bang li PKK’ê kir ku xwe fesih bike. Ocalan vê çareseriyê bi wêrekiyeke mezin pêş ve bir; lê hîna li Îmrlaliyê tê girtin û ev rewş astengiyeke mezin çêdike.
Em hem wekî Komîteya Azadiyê ya ji bo Ocalan, hem jî wekî hiqûqnasan gavên ku hatine avêtin bi baldarî û eleqeyekî mezin dişopînin. Ev pêvajoyeke pir zehmet e lê, girîng e. Di Tebaxa 2025’an de, li Parlamentoya Tirk komîsyonek hatibû avakirin. Ev gavekî girîng e. Lê di navbera partiyên siyasî yên Tirk de dabeşbûnên cidî û nîqaşên hişk hene.
Komîsyon bi Serok Ocalan re hevdîtin kir û rola wî ya kilîd qebûl kir. Lê di rapora Sibata 2026 a komîsyonê de tê dîtin ku li gorî tewsiyeyên Konseya Ewropayê nayê tevgerandin. Nîqaş îro di nava hêzên siyasî yên Tirk de bi pêşdeçûnên biçûk û gavên paşde dewam dike. Lê Enqere bingeh û şert û mercên sereke yên muzakereyê pêk neanî. Ji ber ku Enqere tevî fesix û hewldanên muzakreyê yên PKK’ê hîna pênaseya ‘terorîst’ bi kar tîne.
Ez di wê baweriyê de me ku Enqere hîna ji bo pêşdebirina pêvajoya aştiyê wêrekiya siyasî ya pêwîst bi temamî nîşan nedaye. Ji ber vê yekê em gavên hatine avêtin biçûk nabînin; ji ber ku pêvajoya aştiyê di xala sifir de bû û îro helbet pêşdeçûnek hat tomarkirin. Lê pêvajo dîsa di xala xitimandinê de ye. Ji bo derbaskirina vê xitimandinê, weke ku me berê di nameya xwe ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de diyar kiribû pêwîste rê bê dayîn ku ku Serok Ocalan roleke muzakereyê yê di asteke weke hikûmeta Tirk, Erdogan, bigire ser xwe.
Ger Ocalan wekî mirovekî azad, lîdereke siyasî ya azad û nûnerekî gel vê muzakereyê nemeşîne, pêvajoya aştiyê wê di wateyeke rast de pêşde neçe; ji ber ku Enqere wê bi awayekî astengkirina pêvajoyê bidomîne. Li gorî min, ev xala siyasî ya herî girîng û diyarker e.
Ji bo derbaskirina vê xitimandinê, pêkanîna zemîna hiqûqî û siyasî ya pêvajoyê ku gelek caran qala wê tê kirin, xwedî çi girîngî ye?
Destpêkê em bi pirsgirêkekî bingehîn ê wekî meseleya nûnertî ya hiqûqî re rû bi rû ne. Enqere di qonaxa ku asta leşkerî ya şer tê girtin û tê nîqaşkirin ku pêvajoya demokratîkbûnê çawa pêşde biçe de, divê qebûl bike ku gelê Kurd divê bibe xwedî nûnertiyeke rast.
Meseleya nûnertiyê bi neçarî guhertinên destûrî jî bi xwe re bîne. Mînak em li Îtalyayê wiha difikirin; lê ev nêzîkatî li tevahiya Ewropayê derbasdar e û divê di pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê de jî bê dîtin. Pêwîste ku hîn xalên Destûra Bingîn a Tirkiyeyê were guhertin. Ev meseleyeke hiqûqê ya girîng e; ji ber ku heta Destûra Bingehîn a Tirk bi hin aliyên xwe neyê guhertin, pêvajoya aştiyê wê timî bixetime.
Hûn wekî komîte gelek caran bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo bikevin tevgerê. Di pêvajoyeke wiha de berpirsyariyeke çawa dikeve ser milê Ewropa û saziyên wî?
Di vê pêvajoyê de azadî û diyarkirina statuya hiqûqî ya Serok Ocalan pir girîng e. Ez difikirim ku di vê mijarê de saziyên îdarî ya Yekîtiya Ewropayê di mijara ragihandin û nûnertiyê de erkekî rast bi cih nayne. Lê Yekîtiya Ewropayê dikare rolekî hakemtiyê û navbeynkariyê bigire ser xwe.
Me li Îtalyayê ji bo Yekîtiya Ewropayê di bin mijaran de bixin tevgerê, hin encaman bi dest xist. Mînak, me hişt ku hemwelatîbûna rûmetî hema hema li hemû bajarên mezin ên Îtalyayê ji bo Serok Ocalan bê dayîn. Ocalan di beşa mezin a Îtalyayê de wekî hemwelatiyê rûmetê hatiye qebûlkirin. Min xwest vê bibêjim, ji ber ku ev girîng e. Em wekî Komîteya Azadî ji bo Ocalan, li dijî bêhiqûqiya li ser Ocalan berpirsyariya têkoşînê dibînin.
Min bi Ocalan re li Romayê hevdîtin kir. Ji bo ku rê li ber aştiyê veke, hatibû Ewropayê. Tevî ku 27 sal ser derbas bû jî Ocalan di heman cîhî de ye. Wê demê Ewropa xwedî li banga aştiyê ya Ocalan derneket. Piştre jî Serok Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Serok Ocalan tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî, îro dîsa dixwaze aştiyê ava bike. Divê Ewropa û saziyên wî di pêvajoyeke wiha de berpirsyariyê bigrin. Bi taybet divê Konseya Ewropayê roleke çalak di vê pêvajoyê de bigre. Azadiya Serok Ocalan wê serkeftinê li pêvajoyê bide qezenckirin. Yek jî sedema israra me ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev e.