Hiqûqnas Rengîn Ergul: Konseya Ewropayê berpirsyariya xwe bi cih nîne

Endama MAF-DAD'ê hiqûqnas Rengîn Ergul biryara 'mafê hêviyê' ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê kêm dît û anî ziman ku komîte li şûna ku helwesteke xurt nîşan bide, ji berpirsyariyê reviya ye.

Biryara demkî ya dawî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê ya têkildarî Rêber Apo, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Emîn Gûrban, li nava derdorên hiqûqî bû sedema nerazîbûnan.

Endama Komîteya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê e.V. (Association for Democracy and International Law e.V. - MAF-DAD) parêzer Rengîn Ergul hem ziman hem jî peyamên naveroka biryarê bi nêzîkatiyeke 'lawaz û reva ji berpirsyariyê' pênase kir.

QALA PÊKANÎNÊ NAYÊ KIRIN

Rengîn Ergul diyar kir ku zimanê komîteyê wê ti zextê li Tirkiyeyê neke û got, "Komîte zimanekî tund bi kar nîne. Şermezar nake, gefa pêkanînê nîne. Tenê xemgîniya xwe tîne ziman û bangê dike. Halbûkî ji bo bang bi bandor bibe, diviyabû bi eşkere bihata destnîşankirin ku eger bi cih neyê anîn wê pêkanîn bikeve rojevê."

NERAZÎBÛNA LI BALKIŞANDINA SER KOMÎSYONÊ

Parêzer Rengîn Ergul her wiha rexne kir ku di biryara demkî de banga sûdwergirtina ji komîsyona li meclîsê tê kirin û diyar kir ku komîte berpirsyariya xwe radestî hinekî din dike: "Bêguman destnîşankirina komîsyonê girîng e; ji niha û pê ve bi vê rêyê dikare zextê bike. Lê belê komîte li şûna ku wezîfeya xwe bi cih bîne, vî karî radestî komîsyonê dike. Eger komîteyê helwesteke hîn xurt nîşan dabûya, ev destnîşankirin wê hîn bi wate bûya."

GOTINA 'TIRKIYEYA BÊTEROR' CIHÊ ACIZIYÊ YE

Rengîn Ergul anî ziman ku gotina 'Tirkiyeya bêteror' a ku komîteyê di biryara xwe ya demkî de bilêv kir, balê dikişîne û destnîşan kir ku ev gotin bi xwe bi pirsgirêk e.

Rengîn Ergul got, "Ev têgeh cihê aciziyê ye. Ji bo destnîşankirina pêvajoya heyî hatibe hilbijartin jî li ser zemîneke şaş e. Ev nêzîkatî hêsan nake ku Tirkiye berpirsyariyên xwe bi cih bîne, berevajî pêvajoyê hîn xumamî dike."

DEMA KU HETA 2026'AN HATE DAYIN, HATE REXNEKIRIN

Rengîn Ergul bi tundî rexne kir ku komîteyê ji bo Plana Çalakiyê heta Hezîrana 2026'an dem da Tirkiyeyê û anî ziman ku ev dem bi rengekî bê wate gelekî dirêj e.