Heyeta Kurd serdana Parlementer Stanley kir

Heyeta Kurd Serdana Parlementera Partiya Kerker Anne Stanley kir. Di serdanê de bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li Îmraliyê.

Li bajarê Sydney ê Avûstralya nûnerên KNK û DKFT’ê serdana Parlementera Federal a Partiya Kerker Anne Stanley kir.

Heyeta Kurd têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dosyayek pêşkêş kir.

Di axaftinên li ser navê heyetê hate kirin de, hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne, destkeftiyên li dijî DAÎŞ’ê bidest xistine, tine bikin.

Hate gotin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne, ev jî sûc e; banga hestyariyê kir.

Parlementer Anne Stanlye jî spasiya xwe pêşkêşî heyetê kir û ragihad wê van mijaran ji bo Wezareta Karê Derve re ragihîne û got: “Ez ê li gel mutefîkên me yên li Ewropayê tecrîda li ser Ocalan û tevgera dagirkeriyê bi berfirehî nîqaş bikin.”