34 welatên endamên Konseya Ewropayê, tevî Yekîtiya Ewropayê diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin dadgeha taybet a ku tê plankirin ji bo Ûkraynayê were avakirin. Her wiha Awistralya û Kosta Rîka jî tevli vê hewldanê bûn.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku li Kişînewa paytexta Moldovayê civiya, biryara avakirina "komîteya birêvebir" a dadgeha ku wê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê dadbar bike, qebûl kir.
Fikra dadgeha taybet, di sala 2025’an de ji aliyê Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ve hatibû rojevê. Zelenskî di vê çarçoveyê de bi Konseya Ewropayê re peymanek îmze kiribû.
Ji ber ku di ser Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re di çarçoveya "sûcê êrîşkariyê" de darizandin nayê kirin, tê armanc kirin ku ev dadgeh wekî mekanîzmayeke alternatîf were avakirin. Rêveberiya Moskovayê wekî din vê dadgehê nas nake.
Rûsyayê daxuyand ku ew ê biryarên dadgeha taybet a ku wê were avakirin wekî "pûç û tûş" bihesibîne.
JI YE'YÊ PIŞTGIRIYA 10 MÎLYON EUROYÎ
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Alain Berset diyar kir ku ev saziya ku dê were avakirin tê wateya "dad û hêvî"yê û got ku divê piştgiriya siyasî êdî bi fînansekirin û xebatê bi awayekî berbiçav pêk were.
Komîsyona Ewropayê jî ragihand ku ew ê ji bo avakirina dadgehê 10 milyon euro bide.
TIRKİYE Û HINEK WELATÊN EWROPAYÊ TEVLÎ NEBÛN
Heya niha 12 welatên endamên Konseya Ewropayê nehatine nav vê hewldanê. Di nav welatên ku tevli nebûne de, endamên Yekîtiya Ewropayê yên wekî Tirkiye, Macaristan, Slovakya, Bulgaristan û Malta jî hene.